Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê 2019-01-27 12:01:19 MÊRSÎN - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê Mervan Songur, Hayrullah Turan, Çetîn Uslu, bang li raya giştî kirin û xwestin li hemberî berxwedana zindanan hestiyar tev bigerin.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecridê berdewam dikin. Girtîyên Girtigeha Tîpa T a Tarsûsê ya Mêrsînê Mervan Songur, Hayrullah Turan, Çetîn Uslu yên ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne, bi rêya malbatên xwe berxwedan û biryardariya xwe ragihandin. Girtiyên di grevê de aşkara kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan rabû dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyan, bi taybetî gelê kurd bang li saziyên civakî yên demokratîk kirin ku ji bo şikandina tecrîdê bi hestiyar tevbigerin.   BERXWEDANA GUVEN DI ROJA 81'AN DE BERDEWAM DIKE   Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 81'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 68'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg jî di roja 42'ê û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 43'emîn de berdewam dike.