Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve' 2019-01-27 10:48:57   QAMIŞLO – Piştî Putîn û Erdogan li Rûsyayê hevditin kirin, di civînê de Mutabakata Edene anîn rojevê û ev yek bû mijara niqaşan. Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, diyar kir ku Rusya ji Tirkiye re gotiye “Ji Sûriye derkeve." Hiso, anî ziman ku mîadê ku Rûsya ji bo Idlibê dabû Tirkiye derbas bûye û divê êdî Tirkiye ji Sûriye derkeve.    Tirkiye li ser geşedanên li Sûriye û bi armanca têkeve axa Sûriye her roj bi welatên DYA, Rûsya, Ewropa û welatên din re di nava dîplomasiyê de ye û planan çê dike. Bi taybetî li dijî herêma Bakur û Rojhilatên Sûriye plan li ser planan çê dike. Tirkiye ku hevdîtinên wê yên bi Rûsya û DYA re encam nagire vê carê planên din dixe meriyetê. Rêveberiya Enqereyê herî dawî piştî ku bi Moskova re li ser masê rûnişt vê carê Serokomar Tayyip Erdogan li Moskova bi Serokdewletê Rusya Vladimir Putin re hat cem hev. Ji ber encama dixwest bi dest nexist vê carê Mutabakata Edene anî rojevê.    Di 1998'an de Tirkiye û Sûriye li Edeneyê civîn pêk anîbûn û Mutabaqata Edeneyê îmze kiribûn. Tirkiye û Sûriye ji bo ewlehiya sînor ev mutabakat îmze kiribûn. Li gorî vê mutabakata ji 10 walan pêk tê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji axa Sûriye hat derxistin. Piştî vê Mutabakatê li Sûriye şerê navxweyî dest pê kir. Ji 2011’an heta niha ev mutabakat neketiye meriyetê. Li gorî rewşa niha ya Sûriye ne pêkan e vê mutabakatê têxin meriyetê.  Li gorî mutabakatê herêma ku hat pêşniyarkirin, bajarê Idlibê ku di bin venêrtina Tirkiye de ye hatibû aşkerekirin. Li gorî Mutabakê xala ku pêşniyar dike Tirkiye tekeve ava Sûriye tune ye. Lê li gel vê yekê jî Tirkiye ket nava axa ise Cerablus û Idlibê. Ji Cerablusê heta Idlime bênî 460 kilometre sînor îhlal kir û ket axa Sûriyeyê. Li gel vê yekê li herêma navborî, rêxistina Heyet Tehrir El Şam (El Nusra/HTŞ) ku ji aliyê her kesî û dewletan ve wekî rêxistina terorîst tê pênasekirin heye.    TIRKIYE DÎSA REJÎMA SÛRIYE QEBÛL DIKE!   Di vê pêvajoya ku dê mutabaqat çawa têkeve mriyetê tê niqaşkirin de, piştî hevdîtina Putin-Erdogan  vê carê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got “Hevdîtinên me yên bi Sûriye re didomin'. Hem mutabakat anîn rojevê û hem jî daxuyaniyên Enqere yên demên dawî balê dikişînin ser xwe. Ev yek wekî Tirkiye Rejîma Sûriye disa nas dike û qebûl dike' hat şirovekirin.      PYD JI BO MUTABAKATÊ ÇI DIBÊJE?    Têkildarî niqaş û mutabakata Edene, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) Ayşe Hiso, nirxandinên cuda kirin. Hiso, anî ziman ku komên piştgiriya xwe ji Tirkiye digirin, kiras û şiklên xwe guhertine  û wiha got: "Ji bo têkevin axa Sûriye bingehê ava dikin. Ev rewş ji 2016’an de berdewam dike. Ev yek bi peymanên navneteweyî û plan pêk tên. Tirkiye di 2011’an de li Sûriye şer kûr kir. Wekî hêza ku şer kûr dike li qadê ye. Me dît ku li Halebê çi kir. Di serdema êrîşên li ser Efrînê de geşedanên li Guta, Kalamun û piştî wê li Dera û Kuneytera pêş ketin, ruyê rastîn ê Tirkiye nîşanî her kesî da. Ev yek piştî peymana Soçî pêk hat.    DIVÊ TIRKIYE JI IDLIBÊ DEREVE    Hiso, da zanîn ku Tirkiye li Sûriye polîtîkayek qirêj û binketî pêk tîne û wiha berdewam kir: "Berê Rûsya Tirkiye ji gelek herêman derxist. Niha jî dixwaze ji Idbilê derxe. Rûsya ji bo ku Tirkiye ji Idlibê derxe Mutabakata Edene anî rojevê. Li Idlibê El Nusra tê bi hêzkirin. Li gorî peymana herî dawî ya navbera Rusya-Tirkiye divê hin nerêmên ewle bihatina avakirin. Diviya bû komên li herêmê bihatina bêçekkirin û li van herêman bi cih bubûna. Dema ku ji bo Tirkiye hatiyû diyarkirin qediya. HTŞ  ku berdewama El Nusra ye bêtir bi hêz bû.    RUSYA GOT 'JI SÛRIYE DERKEVE'   Hiso, herî dawî bal kişand ser hevdîtina dawî ya Erdogan û Pûtîn û wiha bi dawî kir: "Rusya ji Tirkiye re got “Ji Sûriye derkeve." wexte ku Rûsya ji bo Idlibê dabû Tirkiye derbas bûye û divê êdî Tirkiye ji Sûriye derkeve. Her çend Tirkiye bixwaze li gorî xwe rojevê biguhere jî êdî amûrê di destê wê de diqedin."      MA / Nazim Daştan