Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest 2019-01-27 09:08:51   AMED – Ji ber parvekirinan medyaya civakî û îfadeyên şahidên nepen, dozger der barê rojnamevan Lezgîn Akdenîz de îdianame amade kir û 22 sal ceza ji xwest.    Li Amedê, di 9'ê Cotmehê de 141 kes hatin binçavkirin. Yek ji van kesan jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Akdenîz bû. Îdianameya der barê Akdenîz de hat amadekirin ji nîv rûpelê hindiktir e û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de Akdenîz ji ber îfadeyên şahidên nepen û parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û tê xwestin 22 sal ceza lê bê birîn.    22 SAL CEZA    Akdenîz, îdianameya der barê wî de hat amadekirin nirxand û got: "A rast ji ber tawanbariyên ku ev qas cidî ne û tenê nîv rûpel îdianame hatiye amadekirin, xeyidîm. Der barê hevalên min ên rojnamevan de bi rûpelan îdianame tên amadekirin, lê belê ji bo min ji nîv rûpelî hindiktir îdianame tê amadekirin. Bi vî awayî di nav hevalên xwe de rencîde bûm. Qet ne bila rûpelek bûna. Madem wê îdianameyeke ji nîv rûpelî hindiktir bihata amadekirin, nexwe bila ceza jî hindik bûna. Ji nîv rûpelî hindiktir e, lê 22 sal cea tê xwestin. Ji tawanbariyan yek jê li gor îfadeyên şahidê nepen e û li gor îfadeyên wî ez bi endamtiya rêxistinê têm tawanbarkirin. Ya din jî, tê derpêşkirin ku min li ser facebookê tu parvekirin ecibandine û bi vî awayî min li ser hevdu propagandaya rêxistinê kiriye. Ji ber evan herdu tawanbariyên pûç û vala tê xwestin 22 sal ceza li min bê birîn."    Akdenîz, diyar kir ku ew di çarçoveya lêpirsîna KCK/TM de hatiye binçavkirin û ji ber vê doz lê hatiye vekirinç Akdenîz got: "Der barê min de du beyanên şahidê nepen Ezel hene. Yek jê; tê îdiakirin ku ez fermandê ji Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan digirim û radigihînim endamên rêxistinê. Ma kesekî ku vî tiştî bike, mumkune her roj di dest de kamera û wênekêş û di nav dorpêçên polîsan de daxuyaniyên çapemeniyê bişopîne? Peywira şahidê nepen gotine, loma bûye şahidê nepen. Lê belê, ma dozger jî qet li vê absurduyê nanêre an jî çawa dadgehê îtibar bi vê tawanbariyê aniye?"    'MA TIRKIYE NE DI KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞÊ DE YE?'    Her wiha Akdenîz, diyar kir ku şahidê nepen Ezel, di beyana xwe ya din de jî îdia kiriye ku li ser "sykpe hevdîtinê bi endamê rêxistinê re çêdike' û got: "Ma kesekî li çiyê û di dest de çek wê wexta xwe li ser skype bi chatê re derba sbike?" Akdenîz, anî ziman ku hesabê wî yê skype tune ye û heta niha jî qet hesabê wî yê skype çênebûye û nizane bi kar jî bîne.    Akdenîz, diyar kir ku li ser facebookê wî nûçeyeke der barê rizgarkirina Reqa ku YPG û koalîsyona navdewletî ji dest DAIŞ'ê girtiye ecibandiye û got: "Baş e, ma Tirkiye jî di nav vê koalîsyonê de cih nagire? Ew balafirên ji Încîrlîkê rabûn ma DAIŞ'ê bombe nekirin, ji bo qada hewayî piştgiriya YPG'ê nehat kirin? Madem ji ber min ev rûpel ecibandine bi propagandaya rêxistinê têm tawanbarkirin, nexwe kirinên vê koalîsyona ku Tirkiye jî di nav de ye çi ne?"    'EZ ROJNAMEVAN IM'    Akdenîz got: "Ez rojnamevan im. Ji bo ez fermanên rêxistinekê ji endamên wê rêxistinê re ragihînim min 4 sal fakûlteya ragihandinê nexwend. Ji ber min beşa ragihandinê xwendiye, ev kes ragihandinê şaş fêm kirine. Bi salan e vî karî dikim. Nûçevaniya heqiyê dikim, nûnerê kevneşopiyeke ku dibe dengên kesên di çapemeniya navendî de nayên dîtin. Ez li ser esasên rojnamevaniyeke bîrdoziya fermî qebûl nake û dide pê rastiyê karê xwe dikim û ez ê tim jî bi vî awayî bikim."