ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-27 09:00:05   * Namzetên Şaredariya Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, bilêv kir ku ew ê tevî gel navçeyê bi rê ve bibin û ew ê hewl bidin ku rêveberiyeke herêmî ya gel daxilî hemû biryaran bibe ava bikin.    * Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li rojnamevan Îdrîs Sayilgan birî. Parêzeran destnîşan kir ku ji ber fealiyetên rojnamevaniyê ceza hatiye birîn û ev li dijî hiqûqê ye. Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan jî got: "Ji bo raya giştî nûçeyan bêpar bimîne ev biryar hatiye dayîn."    * Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, diyar kirin ku ew ê şaredariyên bajêr hemûyan bi dest bixin û ew ê dawî li polîtîkaya qeyûman bînin. Namzetan diyar kir ku ew ê ewil avahiyên şaredariyên yên veguherîne qereqolan ji bo gel vebikin.    * Ji ber parvekirinan medyaya civakî û îfadeyên şahidin nepen, dozger xwest 22 sal ceza li rojnamevan Lezgîn Akdenîz bê birîn.    * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li Otela Şirin Parkê civînê pêk bîne. (13.00)   * Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê dê tekildarî greva birçîbûnê û tecridê li navçeyên Sancaktepe, Sultangazi û Esenyurtê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)