Îşkence li girtiyan kirin û avêtin odeya singer 2017-11-03 16:01:53 TEKÎRDAG - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê, girtiyên kincên yek rengî qebûl nekirin di erdêre kaş kirine û girtiyekê ku li derî xist jî, dest û lingê wî kelepçe kirin û ew avêtin odeya singer.  Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê, girtiyê bi navê Ekîn Sabur ê kincên yek rengî qebûl nekir, di erdê re kaş kirin û Hidir Bakir jî ji ber ku li derî xist, dest û linge wî kelepçe kirin, bi erdêre kaş kirin û avêtin odeya singerê. Yagmur Sabur a di 25’ê Cotmehê de çû hevdîtina birayê xwe Ekîn Sabur, diyar kir ku birayê wê ji wê re gotiye ku ew bi dijwarî hatine îşkenckirin.     Sabur anî ziman ku birayê wê nexweşê fitiqa piştê ye û wiha axivî: “Birayê min berçavkê dide ber çavên xwe. Xwestine bi darê zorê kincên yek rengî li birayê min bikin. Birayê min dixwaze berçavka xwe biguherîne, lê 6-7 meh in bersivê nadin vê daxwaza wî. Berî du mehan ji bo bibin nexweşxanê ji hucreyê derxistin û xwestine kincên yek rengî li wî bikin. Ji ber ku birayê min li dijî vê yekê derdikeve, nêzî 300 metreyan di erdê û derenceyan de kaş dikin. Dûre jî 10 gardiyan li wî dixin.”   Sabur, da zanîn ku meheke birayê wê di hucreyê de tê girtin û wiha pê de çû: “Rojê tenê du saetan deriye hucreyê vekirî dihilin û hinek rojan jî qet derî venakin. Mafê pirtûk û kovaran jî bi sînor kirin e.”   AVÊTIN ODEYA SINGER    Sabur, destnîşan kir ku hevalekî birayê wê jî tê îşkencekirin û wiha domand: “Hidir Bakir ê hevalê qawîşa birayê min bi hinceta hişk li deriyan xist, îşkenceyek giran li wî dikin. Hefteya borî jî midur fermanê dide dest û piyên wî girê bidin û bi lêdanê davêjin odeya singer.”     Sabur, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her roja derbas dibe tecrîdt û îşkence zetir dibe. Em der barê jiyana wan de bi fikar in.”