Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin 2019-01-26 16:18:47   AMED – Namzetên hevşaredariyên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê, navçeyên Rezan û Peyasê di encama nîqaşên beriya niha birêve biribûn, Peymana Bajêr amade kiribûn. Peymanê bi civînekê ji nûner û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl re parve kirin.    Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Rezanê Zubeyde Zumrut, Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Peyasê Necatî Pîrînççîoglu di çaremîn “Hevdîtina Ked, Demokrasî û Edaletê” de bi rêveber û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê re civîn li dar xistin.    Civîn li Otela Lîvê pêk hat. Serokê Odeya Pîşesazî û Bazarganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Odeya Muteahîtan a Amedê Celalettîn Bîrtane, Odeya Sinetkar û Esnafên Amedê (DESOP), Komeleya Jinên Karsaz ên Başurrojhilat û Rojhilat (DOGUNKAD), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), sendîkayên mîna Egîtim Sen û SES’ê û gelek nûner û rêveberên komele û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.    ‘BAJARÊ ME HÊVIYA ME YE’    Axaftina vekirinê ya civînê Selçuk Mizrakli kir. Mizrakli diyar kir ku di çarçoveya vê civînê de ev bû cara çaremîn dicivin û got: “Di civînên me yên berê de me li ser pirsgirêkên bajêr gotûbêj kir. Me wek Peymana Bajêr vê mijarê amade kir. Me di civînên berê de li ser taslaka peymanê hin tiştan bicih kiribû û me niha berfirehtir kir. Ev hêvjiya bajarê me ye. Em ê bi nûnerên hêja re bajarê xwe bigîhînin siberojek bi hêvîtir û geştir. Bi piştevaniya we saziyên hêja em ê bajarê xwe birêve bibin û xebatên xwe bikin.”    Peymana Bajêr a hat amadekirin bi raya giştî re hat parvekirin. Peymana Bajêr a bi sernavê “Em dixwazin li bajarek çawa bijîn û ji rêveberiya bajêr bendewariyên me” ji van sernavan pêk tê:    1. Rêveberiya beşdar 2. Têkoşîna bi cudakarî û şidetê re  3. Feraseta rêveberiyek dirûst, zelal û dikaribe hesab bide  4. Wekheviya zayendiya civakî  5. Belavkirina rantê na, ji bo gel xizmetên şaredariyê  6. Xwegihandina derfetên bajêr  7. Beşdariya ciwanan a rêveberiya bajêr  8. Têkoşîna bi feqîriyê re û pêşketina her tim bidome  9. Bajarek bêastengî  10. Parastina hebûna bajêr  11. Parastina hilberîna herêmî û pêşxestinê û ber bi bajarek ekolojîk ve  12. Dahatûya bajêr    Piştî parvekirina peymanê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir