Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin 2019-01-26 16:05:47 DUHOK  - Welatiyên bajaroka Şeladizê ya Amediya Duhokê, li dijî êrîş û bombebarên Tirkiye çalakî pêk anîn û bi ser qereqola TSK'ê de girtin û agir berdan tang û maşîneyên zirxî yên nava qereqolê.  Welatiyên Şeladizê bi ser qereqola TSK'ê de girtin û agir berdan tangên TSK'ê. Peyamnêrê NRT'ê ji herêmê ragihandin ku welatiyên bajaroka Şeladizê piştî têlên li dora qeraqola Sîrê rakirin,  ketin hewşa qereqolê. Peyamnêrê NRT'ê da zanîn ku welatiyen ketin qereqolê agir bi tangên TSK'ê xistin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çalakvanan dest daniye ser çend çekên leşkeran. Gelek walatî jî birîndar bûne. Piştî gel bi ser qereqolê de girt, gelek balafirên şer ên TSK'ê ji Amedê rabûn û çûn herêm bombe kirin.    DI BOMBEKIRINÊ DE  4 GUNDIYAN JIYANA XWE JI DEST DABÛN   Şeva 23'ê Çile balafirên TSK'ê li Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, 2 welatî jî birîndar bûn. Di bombekirina TSK'ê de welatî Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdulqadir jiyana xwe ji dest dabûn. Welati bi merasimek girseyi hatibûn definkirin.