'2 sal derbas bû di doza Elçî de yek soz jî neanîn cih' 2017-11-03 16:00:59 AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku 2 sal li ser qetilkirina Tahîr Elçî re derbas bû, lê hêj îfadeya yek gumanbaran jî nehatiye girtin û aşkera kir ku qetilkirina Elçî cinayetekî siyasî ye. Di pêşengiya Baroya Amedê de her hefte ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî çalakî tê lidarxistin. Elçiyê di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin, di hefteya 99'an a çalakiyê de parêzer li ber Edliyeya Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniya vê hefteyê de Pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer, Parazvana Mafên Mirovan Feray Salman, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî di nav de gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta bi zimanê kurdî-tirkî ya "Em ê te ji bîr nekin" hat vekirin û komujî hat şermezarkirin. Daxuyaniya ku ji hêla Ozmen ve hat xwendin de û hat gotin ku 2 sal li ber qetilkirina Elçî re derbas bûye, lê hêj sozê ku dane nanîne cih û ev tişt got: "Rayedarên wê demê aşkera kirin ku dê vê bûyerê zelal bikin, dê berpirsan darizînin û dê nehêlin doz bikeve nava dozên kuştinên wan ne diyar. Lê 2 sal derbas bû hêj ev komkujî nehatiye zelalkirin."   Ozmen got ku "Cinayeta Elçî siyasî ye" û wiha got: "Ji bo cinayeta Elçî bê zelalkirin, vîneke siyasî divê."   Piştî daxuyaniyê 5 deqan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.