‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’ 2019-01-26 15:15:11   AMED – Nazmetên Hevşaredariya HDP’ê yên Erxenî Meryem Yildirim û Ahmet Kaya bi gel hatin danasîn. Ji bo danasînê konvoya wesayîtan li navçeyê geriya.    Rêxistina HDP’ê ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de namzetên hevşaredariya HDP’ê yên Erxenî Meryem Yildirim û Ahmet Kaya bi şahiyekê ji gel re da nasîn. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Îmam Taşçier û Musa Farisogullari û bi sedan welatî beşdar bûn.    Girseya gel di têketina navçeyê de namzetên hevşaredariya xwe pêşwazî kirin. Karwanê wesayîtan a ji dehan wesayît pêk dihat li navenda navçeyê geriya û welatiyan kêfxweşiya xwe ji wan nîşan da. Piştî gera navçeyê derbasî avahiya HDP’ê ya Erxenî bûn.    Girseya li ber avahiyê kom bûbû li ber stranan govend gerandin.    Pişt re Namzetê Hevşaredariya Erxenî Ahmet Kaya xîtabî gel kir û ji gotinên feylezofê kurd Ehmedî Xanî dest bi axaftina xwe kir û got: “Di vê hilbijartinê de mexdûr û nefsmezin dikevin pêşbaziyê. Wê têkoşîna mezluman li dijî zilmdaran bi ser bikeve.”    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli jî got hemû şaredariyên wan qeyûm tayîn kirinê dê şûn ve dîsa bi dest bixin.