Operasyona 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin 2017-11-03 15:22:57 RIHA / DÎLOK - Li Riha û Dîlokê operasyona 4’ê Mijdarê hatin şermezarkirin.   Di yekemîn salvegera operasyona 4’ê Mijdara 2016’an de, girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê wê, li Riha û Dîlokê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li avahiyên partiyan hatin dayîn de, metna hevpar a hevserokên HDP’ê hat xwendin.     Heseroka HDP’ê yê Rihayê Ayşe Surucu û Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kilinç daxuyanî da û aşkera kirin ku di 4’ê Mijdarê de xwestin ku dengê demokrasî û azadiyê qut bikin.