Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin 2019-01-26 09:13:02   KAYSERÎ - Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê, ser hewadariyên qawîşan bi têlna hatin girtin. Her wiha ji ber ev yek prostetokirin cezayê hucreyê li 56 girtiyan hat birîn.    Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê û Girtîgeha Jina ya Kayseriyê hevdîtin bi girtiyan re çêkirin û der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rapor amadekirin.    Di raporê de ev tişt hatin gotin:    *Ji aliyê girtîgehê ve ser hewadariyên qawîşan bi têlan hatine girtin. Êdî girtî nikarin hewayê bigirin û tavê bibînin. Ji ber berfê ser têlan qeşa girtiye û bi vî awayî girtî bê hewa mane.    * Girtiyan xwest têl bên rakirin, lê belê ji ber vê daxwaza wan li 56 girtiyan cezayê hucreyê hat birîn.    * Her wiha îdareya girtîgehê li qawîşan kamera bi cih kirine û girtî 24 saetan tên şopandin.    * Radyoyên girtiyan ên ji wan hatin stendin nadin wan.    * Mafê girtiyan ê sohbetê hatiye binpêkirin. Her wiha nikarin daxilî atolyeyan jî bibin.    * Rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekî rêk û pêk nadin girtiyan.    * Her wiha nahêlin girtî nameyan jî ji hevalên xwe yên li qawîşên din re bişînin.    * Di qanûnê de mafê hevdîtina vekirî saetek e, lê belê girtîgehê ev daxistiye 45 deqîqeyan.    * Nahêlin girtî di qawîşê de lepikan têxind estên xwe û kumik bidin serê xwe. Lepik û kumikên girtiyan ên di depoyê de nadin girtiyan.    LI GIRTÎGEHA JINA YA KAYSERIYÊ    * Girtî aboneyên rojnameya Yenî Yaşamê ne, lê belê rojnameyê nadin wan.    * Bêyî hincetek bê nîşandan, radyoyên girtiyan ên di depoyê de nadin wan.    * Di meha Kanûnê de, ji ber malbatên girtiyan di dema hevdîtinê de dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' berz kirin, 2 meh cezayê hevdîtinê li 5 girtiyan hat birîn. Her wiha emniyetê jî ji bo îfadeyê gazî malbatan kiriye û gef li malbatan xwariye.    MA / Berivan Altan