Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê 2019-01-26 09:10:34 MANÎSA – Li Girtîgeha Xarpêtê Yasîn Gungor, ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Her wiha bi heman daxwazê dê û bavên Gundgor jî 17 roj in di greva birçîbûnê de ne. Dê û bav diyar kirin ku ew dixwazin bibin dengê vê çalakiyê û gotin: "Ev zilm û zorî tenê li ser gelê kurd tê kirin. Bi vî awayî em dikarin ji zilmê xelas bibin û aştî pêk bê."  Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 80 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. her wiha bi heman daxwazên li gelek girtîgehan jî nêzî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê Yasîn Gungor e. Her wiha dê û bavên Gungur, Sacîde û Selamettîn Gungor jî bi heman daxwazê 17 roj in di greva birçîbûnê de ne. Malbata Gungor li navçeya Akhîsar a Manîsayê dijî û ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe û dawî li tecrîdkirina Ocalan bê dets bi greva birçîbûnê kirine.    Malbata Gungor, bilêv kir ku piştî ew çûne girtîgehê hayê wan jê çêbûye ku kurê wan di greva birçîbûnê de ye.    ‘EM Ê ZÊDE BIBIN'    Bav Selamettîn Gungor got: "Me xwest em jî tiştekî bikin. Çimkî herkes jî dizane ku tecrîd sûc e. Wexta Yasîn dest bi greva birçîbûnê kir ji me re got 'Hûn ê biçin Îzmîr, Manîsa û herêma Egeyê û hûn ê li wir dengê me ragihînin. Li derve bibin dengê me.' Belê, bi rastî jî li girtîgehê têkoşînek heye. Me jî fêm kir ku li vê xakê bi hezaran Leyla Guven hene. Min û hevjîna xwe jî xwest em bibin dengê wan û ji bo dawî li tecrîdê bê me dest bi greva birçîbûnê kir. Ji ber vê em serbilind in. Ev çalakî ji bo me çalakiyeke pir watedar e. Bila Leyla Guven û Nasir Yagiz zanibin ku ew ne bi tenê ne. Bawer dikim her biçe em ê zêdetir bibin. Me zexîreyên li malê derxistin. Tenê em ava bişekir û bixwê vedixwin. Carinan tansiyon zêde dibe û gêja me diçe. Lê em bibiryar in. Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."    ‘WÊ TECRÎD BI SAYA TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BIBE'    Bav Gungor, bal kişand ser hevdîtina Ocalan a bi birayê xwe re û diyar kir ku ev yek ji bo şikandina grevê hat kirin û got: "Em dizanin ev hevdîtin formalîte ye. Divê parêzer û malbat bi awayekî rêkûpêk hevdîtinê çêbikin. Ev mafên sereke ne. Bi awayekî kêfî mafên wî tên binpêkirin. Ev zilm û zorî tenê li ser gelê kurd tê kirin. Armanca me ne ew e ku em bi çek û şer bi vê dewletê re pev biçin. Lê belê em dikarin bi bedena xw eya em didin ber birçîbûnê ji vê zilmê xelas bibin û aştî pêk bê. Ger gelê kurd piştgiriyê bide hevdu û em bi hev re zêde bibin em ê karibin tecrîdê ji holê rakin. Cegerxwîn dibêje 'eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.' Loma divê em hêzê bidin hevdu."    Dayik Sacîde Gungor jî ku nexweş e destnîşan kir ku gelek mirov birçîne, xwarina me ne wijdanî ye û got: "Divê tu kes neyê tecrîdkirin. Divê bi awayekî rêk û pêk mafên wî yên hiqûqî pêk bên. Loma mirovan bedena xwe da ber birçîbûnê. Her diçe rewşa Guvenê girantir dibe. Eger grev dirêj bajo wê ev yek tesîrê li gritiyan jî bike. Ji bo mirin çênebin divê demildest daxwaz bên qebûlkirin. Em dixwazin dawî li tecrîdê bê û em bibin dengê gritiyan. Em bang li herkesî dikin ku li dor vê dengî bibin xelek. Ez dayik û jinek im, min jî xwest tiştekî bikim. Eger rêya vê berxwedanê birçîbûn be em ê jî vê bikin."    MA / Ayşe Surme