Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan 2019-01-26 09:09:57 HATAY - Li Girtîgeha Hatayê, girtiyan diyar kir ku gardiyan êrîşî wan dikin, heqaretê li wan dikin û gefan li wan dixwin.  Li Girtîgeha Tîpa T a Yayladagî ya Hatayê, girtiyan bi rêya parêzeran bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Li ser navê girtiyan Sabrî Avnîç û Îbrahîm Karataş axivîm. Avnîç, diyar kir ku kapasîteya qawîşa wan 18 kes e, lê belê 23 kes lê dimînin û ji ber vê hin girtî li erdê radikevin. Her wiha Avnîç, got fiyetê betaniyan biha ye û ew nikarin daxilî aktîvîteyên sporê û xebatên atolyeyan bibin.    'GARDIYANAN HEQARET KIR'    Avnîç, bilêv kir ku ew nikarin pêwendiyê bi girtiyên din re deynin û li Girtîgeha Tîpa T a Yayladagiyê 8 girtiyên siyasî hene. Avnîç, da zanîn ku jimariya li ser piyan li wan tê ferzkirin û ji wan tê xwestin ku serê xwe ber bi jêr ve xwar bikin, lê belê ji ber ew vê yekê qebûl nakin gardiyan heqaretê li wan dikin û dibêjin "hey bêşerefno serê xwe xwar bikin, Xwedê bi hawariya we de neyê." Avnîç, destnîşan kir ku di nav ceza de ceza li wan tê birîn û di dema jimariyê de ji ber hin girtî serê xwe radikin tên derbkirin.    ‘ME NABIN NEXWEŞXANEYÊ'    Avnîç, diyar kir ku lê têketina girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên vê yekê qebûl nakin tên derbkirin. Her wiha Avnîç, bilêv kir ku ji bo sewqkirina girtîgehê din daxwazên wan nayên bersivandin, girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û yên diçin jî bijîşk bi awayekî sûkî wan muayene dike. Avnîç got: "Li girtîgehê zext û zorî gelek in. Gardiyan tim ji me re dibêjin 'hûn terorîst in.' Li têketin û derketina di dema qawîşan de em bi muameleyên kêfî re rû bi rû dimînin, bi awayekî kêfî li qawîşên me amûrên me tên belawelakirin."    Îbrahîm Karataş jî, diyar kir ku ji ber sûceke edlî ew û biryayê xwe di heman girtîgehê de ne. Karataş, diyar kir ku di warê amûrên paqijiyê de gelek prisgirêk hene û xwarina tê dayîn jî xwarineke xirab e. Her wiha Karatş, diyar kir ku ji ber xwarinê 6 meh berê ew jehrî bûne û got gardiyan ji wan re dibêjin "Çima tu riya xwe naqusînî, pîsê heram?" Karataş got: "Meh û nîveke berê gardiyanan min û birayê min birin devereke bê kamera û li wir heqaret li me kirin. Bi awayekî kêfî davêjin ser qawîşên me. Der barê pêkanînan de me gelek daxwazname nivîsandin, lê belê gardiyan daxwaznameyên me diçirînin."    MA / Hamdullah Kesen