'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye' 2019-01-26 09:09:21 MÊRSÎN – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, diyar kirin ku divê daxwaza Leyla Guvenê û daxwaza hemû girtiyan daxwaza azadîxwazan e.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 80 roj in di greva birçîbûnê de ne. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, diyar kirin ku divê daxwaza Leyla Guvenê û daxwaza hemû girtiyan daxwaza azadîxwazan e.    'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, anî ziman ku çalakiya Guvenê li dijî şer bilindkirina têkoşîna ji bo aştiyê ye. Yuce got: "Daxwaza wan daxwaza me ye jî. Çimkî ev daxwaza daxwaza kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz e jî." Yuce, destnîşan kir ku divê AKP vê daxwazê qebûl bike û got: "Çimkî daxwaza Leyla Guvenê ne daxwazeke şexsî ye. Ev daxwaz daxwaza civakê hemû ye. Loma divê herkes bi awayekî zêde xwedî li vê daxwazê derkeve."    'EM BI HEV RE DIKARIN RÊYA ÎMRALIYÊ VEBIKIN'    Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Mêrsînê Mehmet Seyîtalîoglû jî destnîşan kir ku Guven û girtî li pêyî heqîqetê ne û bûne pûsûleya civakê. Seyîtalîgolû got: "Girtî pûsûleya azadî û aştiyê ya vê civaê ne. Ev pêşengên me yên di wesfa Kabeya me de ne. Çalakiya Leyla Guvenê çalakiyeke civakiyî ye. Ev çalakî tenê ne çalakiya Leyla Guvenê ye. Divê em destê Leyla Guvenê yê ji bo aştiyê dirêj kiriye bigirin. Divê parlemento demidlest ji bo vê çalakiya Leyla Guven bicive û bibe tekane rojeva wê. Divê civaka me vê çalakiyê bilind bike. Em bi hev re dikarin rêya Îmraliyê vebikin."    ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GUVENÊ'    Serokê Şaxa Komeleya 78'an a Mêrsînê Bayram Kizartici jî destnîşan kir ku tecrîd sûc e û bang li herkesî kir ku li dor Guvenê û çalakiya wê bibin xelek. Kizartici, bilêv kir ku divê herkes piştgiriyê bide çalakiya Guvenê û got: "Em jî piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven."    Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Mêrsînê Mehmet Taşçi jî diyar kir ku AKP li ber daxwazên kesên ne wek wê xwe li bêdengiyê datîne û hewl dide van çalakiyan bitepisîne. Taşçi, destnîşan kir ku ev jî tê wateya ku îktîdara siyasî ji kuçeyan ditrise û got: "Îktîdar ji bo çalakiyên bi vî rengî asteng bike hemû zext ûz oriyan dixe dewrê. Ji bilî destekkirin û xurtkirina van çalakiyan wekî din tu çareyeke me ya hêzên demokrasiyê tune ye. Guven mafdar e."    MA / Ergin Çaglar