Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin 2019-01-25 16:26:08 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din red kir.  Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana ji bo hevdîtina ya xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ên bi rêya parêzern serlêdan kiribûn red kir.    Daxwaza hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konak û Veysel Aktaş ji aliyê heman dozgeriyê ve hat redkirin.