Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e 2019-01-25 16:15:04   STENBOL – Rêxistinên hiqûq û mafên mirova têkildarî tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin daxuyanî dan û gotin: “Înfaz û tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e. Divê demil dest dawî li tecrîdê bê anîn.”    Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, Ji Bo Demokrasiyê Hiqûqnas (DÎH), Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Parêzerên Beşdar, Parêzerên Azadîxwaz ên Demokrat (TOHAV), têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.    'GUVEN LI DIJÎ NENASÎNA QANÛNÊ CANÊ XWE DANÎ HOLÊ’    Li ser navê saziyan parêzer Yildiz Îmrek daxuyanî xwend. Îmrek diyar kir ku Leyla Guven li dijî bêhiqûqiyê û nenasîna qanûn a desthilatdariyê canê xwe daniye holê. Îmrek da zanîn ku çalakiya Leyla Guven gihîştiye asta sînorê mirinê û got: “Leyla Guven li dijî têcrîdkirina Ocalan, pêkanînên li Îmraliyê û rejîma veguheriye Guantanamo û ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqiya li ser mirovan mafê xwe yê jiyanê daniye holê.”    ‘REJÎMA ÎMRALIYÊ LI DIJÎ QANÛNÊ YE’    Îmrek destnîşan kir ku rejîma înfaza li Îmraliyê li ser Ocalan pêk tê li dijî qanûnan û hiqûqê ye û got: “Bi qasî ku înfaz û tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye, di heman demê de li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û hemû peymanên navnetewî ye. Em jî wek Leyla Guven difikirin û bila demil dest malbat, parêzer û wasiyê wî hevdîtin pêk bê. Astengkirina hevdîtinê li dijî qedexeyan e.”