Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin 2019-01-25 15:57:26   AMED - Baroya Amedê, diyar kir ku Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emin Aktar û Serokê Baroya niha Cihan Aydin ji di nav de li 41 parêzeran doz hatiye vekirin.    Baroya Amedê bi armanca balê bikişînin ser cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û edaletê bixwazin, di hefteya 160'an de çalakiya xwe ya li ber Edliya Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de dîsa pankarta "Em te ji bîr nakin" û wêneyê Tahîr Elçî vekirin. Endamê Rêveeriya Baroyê Prz. Tevfik Karahan daxuyanî da û got: "Elçî li pêş dehan kamerayan hat kuştin. Lê hêj kujerên Elçî nehatine dîtin. Em hevalên Elçî heta kujerên Elçî bên dîtin û darizanidin dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Tevi ku Hezar û 153 roj derbas bûn, hêj kujerên Elçî nehatine dîtin û darizandin. Hêj yekî şikdar jî nehatiye diyarkirin."      Karahan, anî ziman ku 24'ê Çile roja Parêzerên Di Talûkeyê de ye û wiha berdewam kir: “Li gorî rapora Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2017'an de nêzî 570 parêzer hatin girtin û wiha berdewam kir: "Hezar û 480 parêzer rasti ceza hatin. 79 ji wan demek dirêj hatin girtin. Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Birêz Selçuk Kozagaçli, endamê baroya me birêz Selahattin Demirtaş û Behiç Aşçi hêj girtî ne. Seroke Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar û serokê Baroya Niha Cihan Aydin jî di navde der barê 41 parêzeran de doz hatiye vekirin. 12’emîn Dadgeha cezayên Giran a Amedê doz li 41 parêzeran vekiriye."  Karahan, bal kişand ser berdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 79 rojin di greva biçrîbûnê de ye  wiha bi dawi kir: "Berdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêşketinek erênî ye."    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Giştî Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku bi dehan caran qala politîkaya Tirkiye ya bêcezakirnê kirine û wiha got: “Ger ku li vî welatî bêcezakirin hebe, wê demê edalet nabe. Ger ku edalet hebe divê dawî bi van polîtîkayên bêcazakirinê bînin. Divê kujerên Tahir Elçi bên dîtin. Elçî, hemû temenê xwe ji bo parastina mafên mirovan xerç kir. Heta kujer bên darizandin tekoşîna me dê bidome. "    Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.