Leyla Guven anîn mala wê Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike 2019-01-25 15:01:36   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe 79 rojin di greva birçîbûnê de ye, piştî tahliye bû anîn mala wê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Guven li mala wê ziyaret kir û ji ber piştevaniya gel spasiya xwe anî ziman. Buldan, piştî Guven li mal ziyaret kir peyama Guven a “Ger ku daxwazên min bên qebûlkirin û hevdîtin dest pê bike, ez dikarim biryara xwe biguherim." parve kir.     Danişîna 5'emîn a doza Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven bi îdayên "Rêxistina bi çek avakirin û birêvebirin", "Propaganda rêxistinê kirin" û "Muxalafeta li dijî qanûna hejmara 2911'an" dihat darizandin. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û parêzerên wê û kes beşdarî danişînê nebû. Heyeta dadgehê di danişina îro de der barê Guven de biryara berdanê dan. Piştî biryara berdanê Guven ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê derket. Guven bi ambulansê ji Girtîgehê derket. Guven ji Girtîgehê birin mala wê ya taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê. Piştî Guven birin mala wê, Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervin Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan Guven li mala wê ziyaret kir.  Piştî ziyaretê destûr dan ku xebatkarên çapemeniyê biçin Guven li Odeya wê ziyaret bikin û dîmen bikişînin. Bijîşkên Odeya  Tabîban a Amedê Leyla Guven di kontrola tenduristiyê re derbas kirin. Ji niha û şûnde tenduristiya Guven dê ji aliyê bijîşkên Odeya Tabiban a Amedê ve bê kontrolkirin û şopandin.    Piştî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Leyla Guven li mal ziyaret kir, ji bo peyama Guven parve bike daxuyanî da çapemeniyê. Buldan destnişan kir ku Leyla Guven ji ber piştgiriya cemaweryê spasiyên xwe anîne ziman û wiha got: "Guven anî ziman ku wê hem ji hundirê welat û hem jî ji dervê welat peyamên piştgiriyê girtine. Guven anî ziman ku piştevaniyê ew li ser piyan hişt û hêz da wê. Got ez bi hêz û bi moral im. Diyar kir ku ew dê çalakiya xwe ya li girtîgehê berdewam bike. Anî ziman ku hêj daxwazên wê pêk nehatine û kengî daxwazên wê pêk hatin û hevditin pêk hat wê demê dikare biryara xwe biguherîne. Daxwaza Birêz Guven rakirina tecridkirina Birêz Ocalan e. Destnîşan kir ku ger daxwazên wê li ber çavan hatin girtin û hevdîtin dest pê bike dibe ku biryara xwe biguherine. Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li mala xwe berdewam bike. Xwest bi riya min vê peyamê bi were parve bike."    HEWCE BI HEVDÎTINA DEWLETÊ RE TUNE YE   Buldan, pirsên rojnamegeran a 'Hevdîtina HDP’ê ya bi rayedarên dewletê û Ocalan re heye ya na?' ji bersivand û wiha got: “Hewce tune em bi dewletê re hevditin bikin. Îro li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Dewlet di ferqa her tiştî de ye. Divê demek beriya demekê gavan bavêje. Divê biryar bide ku hevdîtin pêk bên.   ZÊDE WATE NADE BIRYARA TAHLIYÊ    Buldan, bal kişand ser berdana Leyla Guven û got: "Guven ji bo berdana xwe got 'Ez li derve me, bedena min li derve ye. Lê ruh, vicût û maneviyata min li hundir e. Min hevalên xwe li hundir hiştin. Li girtigehê mirovên bê sûc girtî ne. Piştî hat berdan hestiyar bû.' Destnîşan kir ku ji ber hevalên xwe yên hundir hiştin û derket bi wê gelek zor e. Di milê hiqûqî de divê demek pir berê ev biryar hatibûya dayîn. Ev biryara girtina wê biryara siyasî bû. Got zêde wate nade biryara berdanê. Xwest bêhiqûqîya li girtîgehan bi dawî bibe û bi Birêz Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin bên kirin."    Heyet piştre ji mala Leyla Guven veqetiyan.