Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê 2019-01-25 12:32:18   ŞIRNEX - Rêveberên DBP û HDP'ê di 18'emîn salvegera windakirina Serok û Sekreterê HADEP'ê yên Sîlopî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25'ê Çiyela 2001'an de li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û windakirin, li Sîlopiyê bi bîr anîn.  Keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Deniz nameya ji bavê xwe re nivîsandibû xwend û got: “Hin caran dema ez di rêde dimeşin ez xeyal dikim ku tu bê."    Rêveberên DBP û HDP'ê di 18'emîn salvegera windakirina Serok û Sekreterê HADEP'ê yên Sîlopî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25'ê Çiyela 2001'an de li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û windakirin, li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê daxuyanî dan û Denîz û Daniş bibîr anîn. Di bernameya bibîr anînê de malbata Taniş û Deniz, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn. Di bernameya bibîranînê de wêneyên Taniş û Deniz rakirin. Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Fatma Gunduz, diyar kir ku Fermandare Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz ye wê demê gef li Taniş xwar ku îstîfa bike û wiha got: "Armanca hevalên me siyaseta demokratîk bû. Bi hezaran hevalên me ji aliyê destê tarî ve hatin windakirin. Yên ku Taniş, Denîz û yên din winda kirine diyar in. Em dixwazin bên dîtin û darizandin."    BAV TANIŞ: EM DIXAZIN BIZANIBIN KU HESTIYÊN ZAROKÊN ME LI KU NE   Bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş jî di biranînê de hêsirên çavê wî herikîn û bi zorê gotin ji devê wî derketin. Bav Taniş, anî ziman ku ew aqûbeta kurê xwe meraq dikin û wiha got: "Yên ku kurê min winda kirin pişta xwe dan dewletê. Ger ku dewlet li van zaliman xwedî dernekeve dê ev zalim derkevin holê. Em dixazin fêr bibin ku hestiyên zarokên me li ku ne. Em ji hikûmetê dixwazin ku li pişt zaliman nesekikin. "     Keça Ebubekir Deniz Ceylan Deniz ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bû jî nameya ji bo bavê xwe nivîsîbû xwend. Deniz, wiha got: "Canê min, bavê min. Ez nihanim niha tu min dibihîze ya na. Lê dîsa ezê binivisim. Demek pir dirêj derbas bû. Hêj wekî duh e. Ez hesreta çavê de yê dije hezkirin im. Hin caran dema ez di rêde dimeşim ez xeyal dikim ku tu dê bê. Ez hembêzkirina te xeyal dikim. 18 sal derbas bûn. Tenê di 25'ê çile de dikarim bêjim bavê min. Tu roja min ku li te nefikirim tune ye. Tu her dem bi me re ye. Tu tu car ji me neqetiya. Hin caran tu tê xeyna min. Ez naxwazim hişyar bibim. Çi bû ji te. Canê te pir êşandin? Bi destê xwe yên qirêj destên xwe dan te? Ez nikarim hezkirina xwe ya li hemberî te tafîr bikim. Lê heviya min ya 'Rojekê tu dê beyî' xelas dibe. Ji ber ku tu rojekê derket û carek din nehat. Min zanîbûya min destûr nedida tu derkeve.'    Dema em bêriya te dikin cihê em berê xwe bidinê tune ye. Gorek te ya em hembêz bikin ji tune ye."    Piştî xwendina nameyê komê bi çepikan dawî li bernameya bi bîranînê anî.