Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin 2019-01-25 11:58:59   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bal kişand ser çalakiyên gireva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û wiha got: "Ji bo li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest nedin divê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawî bibe."  Temellî, têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê jî axivî û wiha got: “Em dê tecrîdê bişkînin û şer rawestînin. Em dê bajarên xwe bi xwe birêve bibin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, duh li Amedê tev li civîna danasîna namzetên Hevşaredariyan ên HDP'ê bû û starta hilbijartina rêveberiyên herêmî da. Temellî, li ser hewldanên ji bo yekîtiya partiyên kurdan û neteweya kurd, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Temellî, anî ziman ku duh danasîna namzetên xwe kirin û piştî vê kêliyê dê dakevin qadan û wiha got: "Namzetên me dê biçin bajarên xwe û ji vê saetê û şûnde dê li bajarên xwe dest bi xebatê bikin. Em dê li tax û kolanan xebatek zêde bimeşînin. Hikûmetê YSK, walî, qeymeqam polîs, cendirme û hemû hêzên dewletê tev li lîstikên hilbijartinê kiriye û kampanya hilbijartinê dimeşîne. AKP wekî her demê niha jî bi hile û lîstikan diçe hilbijartinê. Dixwaze dîsa bi fen û fûtan hilbijartinê bi dest bixe. Di malekê de qeyda 800 hilbijêrî derket. Me tev tespît kirin. Nêzi 56 hezar kesên bi vî rengî hatin tespîtkirin. Çavê wan lêye bi hîleyan şaredariyan ji destê me derxin. Em destûrê nadin vê yekê. Em dê di 31'ê Adarê de li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin. Em û gelê me dê li vîna xwe xwedî derkevin. Divê gel bi xwe ewlehiya sindoqan bistîne."    Temelî, anî ziman ku ji ber AKP bêçare ye Qeyûmê Amedê dîsa wekî namzetê şaredariyê nîşan da û wiha got: "Ev nîşan dide ku AKP li herêmê xelas bûye. Gel dê dîsa li şaredariyên xwe û rêveriyên herêmî xwedî derkeve. Ev gav avêtina gel dê li dijî tecrîda Tirkiye, şer û feraseta qeyûman be. Em dê tecrîdê bişkînin û şer bi dawî bikin. Em dê bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin."    'JI BO EM DEMOKRASIYA RADÎKAL TÊXIN MERIYETÊ TÊDIKOŞIN'   Temellî, destnîşan kir ku di navenda pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye û wiha berdewam kir: "Divê berî her tiştî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin. Em ji bo çareseriyê namzet in. Ji bo em hemû pirsgirekên Tirkiye çareser bikin, em dê demokrasiya radikal têxin meriyetê. Ji bo demokrasiya radîkal têdikoşin. Ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd me gavên giring avêtin. Me namzetên îtifaqê dan nasîn. Em de niha namzetên xwe yên îtîfaqa gelan jî bidin naskirin. Em dê namzetên girêdayî stratejiya xwe  yên Rojavayên Tirkiye yên Hêza demokrasiyê bidin naskirin. "    LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA TOPYEKUN DIVÊ   Temellî, bal kişanan ser tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Ji bo tecrîda girankirî bê şikandin pêdivî bi têkoşînek topyekûn neye. Pêdivî ji siyaketa demokratîk heye. Divê li dijî tecrîdê tekoşîna hevpar û topyekun pêş bikeve. Mehmet Ocalan piştî 2 salan di 11'ê Îlona 2016'an de di nava 2 desdan de birin Îmraliyê û bi birayê wî Birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Wê deme piştî ziyareta Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê hatin rawestandin. Lê pitre dîsa tecrîd berdewam kir û 2, 5 salin tecrîd didome. Birêz Leyla Guven îro 79 rojin di grevê de ye. Li Girtîgehên Tirkiye zêdeyî 200 girtî 41 rojin di grevê de ne. Ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek girtiyên din dikevin grevê. Hefteyek berê bi dizî Mehmet Ocalan birin Îmraliyê û hevditinek kurd kirin. Bi vê hevditinê tecrîd ranabe. Ji bo çalakiyan bişkînin hevditin kirin. Lê tecrîd didome. 20 salin li Îmraliyê pergala tecrîdê heye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha tecrîda girankirî û mutlak heye. Ji 2011’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Hemû serlêdanên parêzeran û malatê tev tên redkirin. Nêzîkatiya Konseya Ewropa û CPT jî nayê qebûlkirin. Dive tecrîd bi temamî rabe. Malbat, parêzer û heyet karibin bi rêk û pêk hevdîtinan bikin. Tecrîd didome. Ji bo tecrid bi dawi bibe divê em tekoşîna siyaseta demokratîk pêş bixin û xurt bikin. Divê şert û mercên tecrîda Birêz Ocalan bi dawi bibin. Em bang li Konseya Ewropa CPT û hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê gavan bavêjin û têkevin nava hewldanan. Em dixwazin hemû cemawerî deng bide dengê Birêz Leyla Guven. Pêşeroja Tirkiye di çareseriya pirsirêka Kurd re derbas dibe. Di parastina mafên mirovan, demokrasî, aştî û edaletê re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Îktîdara  Tirkiye hebûna xwe li ser tecrîd û şer daye avakirin. Li ser dijminantiya kurdan pêş dixe. Lê em dibêjin pêşeroja Tirkiye di pêşxistina demokrasî, parastina mafên mirovan, aştî û azadiya mafan de ye."    'DIVÊ VÎNA GELÊ SÛRIYE ESAS BÊ GIRTIN'    Temellî, bal kişand ser polîtikayên Tirkiye yên li dijî Rojava û wiha bi dawî kir: "Ne DYA, ne Rûsya û ne jî Tirkiye nikare beyî vîna hêzên herêmî yên Rojava û Sûriye pirsgirêkê çareser bikin. Ew bi çavê bazarê li Tirkiye dinerin. Çareserî esasgirtina vîna gelê Sûriye ye. Divê gelê Sûriye pêşeroja xwe diyar bikin û der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryara xwe bidin. Lê niha di van hevditinên navneteweyî de vîn û biryara gelê Sûriye tune ye.  Li Sûriye hovîti hêj didome. Dixwazin bi navê Herêmên Ewlehiyê bê ewlehiyê pêş bixin. Ji bo Sûriye herêmên bi ewle, divê hurmetê nîşanî vîna gel bidin û gel vê biryarê bide."    MA / Özgür Paksoy - Mehmet Şah Oruç