360 roj in li karê xwe digerin 2017-11-03 14:31:00 ENQERE – Ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 360 çalakiya "Em karê xwe dixwazin" dimeşînin û di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Hîndekarên bi navê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) hatin îxrackirin û ji bo vegerin karê xwe 240 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" jî 360 roj e li Kolana Yukselê dewam dike.   Koma xwest li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê ji bo Gulmen û Ozakça daxuyaniyê bidin, polîsa destûr neda. Piştre koma çalakvanan li Kuçeya Konurê li hev civiyan û pankarta "Çalakiya Nuriye û Ozakça di roja 240'an de ye" vekirin û dirûşm berz kirin. Polîsan pankart qelişand û êrîşê çalakvanan kir, di êrîşê de Îlker Işik, Sultan Aydogdu, Mehmet Dersulu û Gulnaz Bozkurt hatin binçavkirin.