Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin 2019-01-25 09:17:58   HATAY - Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên wek "gerîlla", "şehîd", "rêberê gelê kurd" û "Birêz Ocalan" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Endamê PM'ê yê HDP'ê yê berê Zekî Koç hat vekirin.    Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a HDP'ê yê berê Zekî Koç, di 25'ê Cotmeha 2018'an de li Îskenderûnê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Îdianameya der barê Koç de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê ve hat qebûlkirin. Koç bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" tê darizandin.    Di îdianameyê de, parvekirinên Koç ên li ser medyaya civakî yên wekî "gerîlla" û "şehîd" ên ji bo PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dan û her wiha parvekirina "rêberê gelê kurd" û "Birêz Ocalan" jî wekî sûc hatin hesibandin.    Koç, di sala 2015'an de ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çûye Amarayê û li wir temeziya kesk û sor û zer li dor stuyê xwe gerandiye û pê wêne kişandiye. Dozgeriyê temeziya kesk û sor û zer jî wekî sûc hesibandin. Her wiha nivîsa "Stêrk hevrêyên te bin" a ji bo Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetûlkirin jî wekî "propgandaya rêxistinê" hat hesibandin.    Danişîna ewil a dozê wê di 13'ê Sibata 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê pêk bê.    MA/ Hamdullah Kesen