12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê 2019-01-25 09:17:13   HATAY – 12 sivîlên li Efrînê hatin binçavkirin û anîbûn Hatayê, piştî îşkenceyê hatibûn girtin û şandibûn Girtigeha tîpa T a Hatayê. 12 kesên hatin girtin ji ÎHD'ê re axivîn. 12 kesên hatin girtin diyar kirin ku ewil OSO li wan îşkence kir û piştre cendirmeyan îşkence li wan  kir û bi îşkenceyê wekî endamê YPG’ê nîşan dane. Welatiyên Efrînê diyar kirin ku li girtîgehê jî îşkence berdewam dike.      Li bajaroka Raco ya Efrînê, di 14 û 22'yê Îlona 2018'an de bi îdiaya "endamên YPG'ê ne" M.C., A.M., C.M., F.K., H.K., İ.M., M.M.K., İ.M., R.M., R.B.A R.A.M û R.H.M ên efrînî hatin binçavkirin û wan anîn Hatayê û b îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Her 12 kes 5 meh in di Girtîgeha Tîpa T a Yayladag a Hatayê de ne û hîn der barê wan de doz nehatiye vekirin. Her wiha biryara nepeniyê ya li ser dozyeyê jî didome.    Di dîmen û wêneyên binçavkirina 12 efrîniyan de tê dîtin ku hatine îşkebcekirin. Her wiha ev dîmen û wêne ji di çapemeniya nêzî hikûmetê de wekî "Operasyona netewî û xwecihî" hatibû berpêşkirin. Şaxa ÎHD'a Hatayê di Kanûna 2018'an de li Girtîgeha Tîpa T a Yayladagê hevdîtin bi efrîniyên hatin girtin re çêkir û binpêkirina mafan a der barê wan de wekî rapor amade kir. Di raporê de M.M.K. û Î.M. behsa binpêkirinên mafan kirin.    M.M.K. û Î.M. diyar kirin ku ew her 12 efrînî di Girtîgeha Tîpa T a Yayladag a Hatayê de ne û gotin: "Em ne YPG'î ne, em sivîl in. Piştî TSK û OSO ketin Efrînê, em ji aliyê OSO'yê ve hatin binçavkrin. Li 'em YPG'î ne' hat ferzkirin. 12 rojan em bi awayekî dijwar em hatin îşkencekirin. Gef li me xwarin û gotin 'Heta hûn nebêjin em YPG'î ne em ê we îşkence bikin. Qebûl bikin.' Ji ber vê me ev gef qebûl kir. Piştî 12 rojan şûnde OSO'yê em radestî Tirkiyeyê kirin û me anîn Hatayê. Îşkence li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê jî dewam kir. Li vir em îşkence kirin. Me ji emcbûrî ev yek qebûl kir. Paşê me şandin dadgehê û em hatin girtin. Li girtîgehê jî em hatin îşkencekirin."    ‘DERÛNIYA ME NEBAŞ E'    M.M.K. û Î.M., anîn ziman ku li girtîgehê di rojên destpêkê de gardiyanan ew îşkence kiriye, lê belê niha îşkence sekiniye. M.M.K. û Î.M., bilêv kirin ku ew nikarin pêwendiyê bi îdareya girtîgehê re deynin û gotin: "Di warê revîrê de pirsgirêk hene. Parêzerê me der barê îşkenceyê de gilî kir. Ji bo vê em birin enxweşxaneyê. Eger me nebirina nexweşxaneyê, wê hevalekî me ji destê xwe û hevalekî me yê din jî ji lingên xwe bûna. Gelek caran me daxwaname nivîsandi, lê bersivê nadin. Em daxwaznameyên xwe bi girtiyên ji Tirkiyeyê didin nivîsandin, lê belê gardiyan ji wan re dibêjin 'daxwaznameyê ji wan re neninîvînin.' Ji ber îşkenceya hatiye kirin derûniya me nebaş e. Pêdiviya me bi piştgiriya derûnî heye. Ji ber malbatên me li Sûriyeyê ne, em nikarin pêwendiyê deynin. Ji ber ziman em nikarin pirtûkan bixwînin. Îdare amûrên paqijiyê nade."   MA / Hamdullah Kesen