Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne! 2019-01-25 09:13:38 STENBOL – Di doza rojnamevan Haydar Ergul jî di nav de 8 jê girtî 19 siyasetmedar tên darizandin de, derket holê ku tapeyên polîs û dozgeran behs kirine di asasê xwe de tune ne.  Di 28'ê Tîrmeha 2017'an de rojnamevan Hadar Ergul jî di nav de 19 siyasetmdar hatin binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin tevî Ergul 8 kes hatin girtin. Danişîna dozê wê di 5'ê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê pêk bê. Her 19 kes bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin lê belê li holê delîl tune ne.    DADGEHÊ RAPOR XWEST   Di dozê de tekan delîl jî guhdarîkirina avahiya HDP'a Baxcilarê ye. Di îdianameyê de hat îdia kirin ku li avahiya HDP'ê perwerdehî hatiye dayîn û qeydên guhdarîkirina avahiyê hene û di îdianameyê de cih digirin. Lê belê her çend qeydên navborî wekî sûc hatine hesibandin, di kîsê CD'yan de tune ne. Dadgehê di biryara 13'ê Îlona 2018'an de xwest der barê tapeyên telefona Munevver Îlîngî û qeydên dengên Guven Pinar, Ahmet Saginç, Enver Sonmez, Ercan Dogrû, Abdullah Geldî, Haydar Ergul, Aysel Dîlber, Haci Aslan û Sedat Çayci de rapor bên amadekirin ku deng aîdî kesên navborî ne yan na. Piştî vê biryarê kîsê ku CD'yên qeydên dengan tê de bûn ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hatin şandin.    CD'YÊN DENGAN TUNE NE    ATK, di rapora xwe ya ji dadgehê re şand de destnîşan kir ku di kîsê delîlan de CD tune ne û qeydên dengên tê xwestin jî tune ne.