'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye' 2019-01-25 09:12:15 MÊRSÎN – Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çalakiya Leyla Guven, tê wateya berxwedana jiholêrakirina bêdengiya ji bo tecrîdê û bang li herkesî kir ku li dor vê çalakiyê bibin xelek.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demeokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 79'an de didome. Her wiha bi heman daxwazên li 59 girtîgehan jî heman çalakî ji aliyê zêdetirî 200 girtiyî didome. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku çalakiya Guvenê, çalakiya jiholêrakirina bêdengiya ji bo "Plana Rûxandinê".    Hatîmogûllari, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji aliyê AKP'ê ve li tevahiya civakê hatiye ferzkirin û ev yek perçeyeke "Plana Rûxandinê" ye. Hatîmogûllari got: "Leyla GUven, li hemberî kesên li dijî daxwaza azadiyê û berxwedana gelê kurd çalakiye daye destpêkirin. Guven, di serî de li dijî tecrîdkirina Ocalan û bi giştî jî li dijî tecrîda li tecahiya Kurdistanê çalakiyek daye destpêkirin. Em dikarin ji vê çalakiyê re bibêjin çalakiya jiholêrakirina bêdengiyê ya tecrîda îktîdarê. Ev çalakî tê wateya ku li vî welatî derî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê vekirin. Guven bi vê çalakiya xwe destnîşan dike ku siyaseta şidetê wê bi kêrî tiştekî neyê."    ‘DIVÊ CPT TÊKEVE DEWRÊ'    Hatîmogûllari, anî ziman ku ger AKP bersiveke erênî nede wê pirsgirêkên li welat kûrtir bibin û ger di van çalakiyan de mirin rû bide wê siyaseta cihêkariyê mezintir bibe. Hatîmogûllari got: "Pêkanîna çalakiya girtiyan, ne tiştekî ku pêk neyê. Daxwaza girtiyan di çarçoveyeke hiqûqî de hatiye pênasekirin; Ev qanûn qanûnên Qanûna Bingehîn ên Tirkiyeyê ne. Çimkî tecrîd sûc e. Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Divê CPT jî têkeve dewrê. Em ê ji bo hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de heta dawiyê bitêkoşin. Em ji bo vê bang li hemû gelê xwe dikin. Çi dikeve ser milê kê divê bike."    'WÊ ÎKTÎDAR BI SER NEKEVE'    Hatîmogûllari got: "Ji parastina mafê jiyanê wêdetir tiştekî asayî heye? Derdê îktîdarê ew ku li vî welatî rejîma faşîst bi cih bike û bi vî awayî hemû muxalifan bieciqîne. Di vî warî de dînamîka herî zêde têdikoşe kurd in. Îktîdar dixwaze têkoşîna wan bieciqîne. Dixwazin çalakiya greva birçîbûnê bişkînin û nehêlin ku ev yek xwe bigihîne civakê. Lê belê wê îktîdar nikaribe bi ser bikeve. Çimkî daxwazên mafdar nayêna stengkirin."    Herî dawî Hatîmogûllari bang li herkesî kir ku li dor vê çalakiyê bibin xelek.   MA / Ergin Çaglar