ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-25 09:00:10 * Derket holê ku kesên li Bayrampaşayê ji ber gaza sobeyê di atolyeya tekstîlê de mirin ji Bedlîsê ne. Karkerên ji Bedlîsê ji bo xebatê hatin Stenbolê, ji ber pereyê wan tune bû xanî kirê bikin ji mecbûrî li kargehê diman. * Di doza rojnamevan Haydar Ergul jî di nav de 8 jê girtî 19 siyasetmedar tên darizandin de, derket holê ku tapeyên polîs û dozgeran behs kirine di asasê xwe de tune ne.    * Derket holê ku kesên li Bayrampaşayê ji ber gaza sobeyê di atolyeya tekstîlê de mirin ji Bedlîsê ne. Karkerên ji Bedlîsê ji bo xebatê hatin Stenbolê, ji ber pereyê wan tune bû xanî kirê bikin ji mecbûrî li kargehê diman.   * Avakara Komeleya Jinê Rosa Narîn Gezgor, diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî şideta li hemberî jinê ew e hatine cem hevdu û komel ji bo jinan bûye cihê hêvî û ronahiyê.    * Parlementerê HDP'ê yê berê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku divê daxwaza Leyla Guvenê bi awayekî aşkere bê bilêvkirin û ji bo vvê çi hewce be divê bêkirin.    * Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tu pêngaveke berxwedanê li girava Îmraliyê vala neçûye. Gotina dawî ya berxwedêran e."    * Li Hatayê 12 efrîniyên bi îdiaya YPG'î ne hatin binçavkirin, li Sûriyeyê û Hatayê bi îşkenceyê "Em YPG'î ne" li wan hat ferzkirin. Efrîniyên hatin îşkencekirin diyarkirin ku ji ber hatine îşkencekirin wan ew ferzkirin qebûl kiriye.    * Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên wek "gerîlla", "şehîd", "rêberê gelê kurd" û "Birêz Ocalan" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Endamê PM'ê yê HDP'ê yê berê Zekî Koç hat vekirin.    * 5'emîn danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dê li 9'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taştemîr, gelek parlamenterên HDP'ê nûnerên saziyê edlî dê li pêş Edliya Amedê amade bibin. (10.00)   * Îro 18'emîn salvegera Serok û Sekreterê HADEP'ê yên Sîlopî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ku di 25'ê Çiyela 2001'an de li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, dê li Sîlopiyê bên bibîr anîn. (10.00)    * Danişîna doza Rojnameger Îdris Sayilgan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dê namzetên Hevşaredaran li Şirnexê bi girseyî pêşwazî bikin. (13.00)   * Meclisa Dayikên Aştiyê, bi armanca balê bikişînin ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya Leyla Guven ku 79 rojin di greva birçîbûnê de ye, dê li Postexaneya Galatasarayê ji Wezareta Dadê re name bişînin. (13.00)   * Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên girtiyan a greva birçîbûnê dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)   * Baroya Amedê bi armanca balê bikişînin ser cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û edaletê bixwazin dê di hefteya 160'an de çalakiya xwe ya li ber Edliya Amedê berdewam bikin. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî û namzeten hevşaredarên Wan û navçeyên wê dê li Petrola Hîtîtê bi girseyî pêşwazî bikin û li Salona Dahwetê ya Ninova bi girseyî bi gel bidin naskirin. (11.00-15.00)