Talankirina daran a li Kerboranê dirêjî Midyad û Hezexê jî bû 2017-11-03 13:13:52 MÊRDÎN – Talankirina daran a li bajarokê Deywanê ya Kerboranê bi hinceta “ewlehiyê” dest pê kir heta çoltera Midyad û Hezexê dirêj bû.  Li mezra Xirbê Keryanê ya bajarokê Deywanê ya bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê di hefteyên derbasbûyî de di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de talankirina daran dest pê kir û ev talankirin didome. Dar bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn û qada birîna daran berfireh dibe. Hat zanîn ku li hin deverên Midyad û navçeya Hezexa Şirnexê yên nêzî bajarokê Deywanê jî dar tên birîn û talankirin.    LI ERDÊN BI TAPU DAR TÊN BIRÎN    Nêzî 3 sal berî niha li vê heremê beşek mezin a herêmê di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de hatin qedexekirin û li erdên ku gelek jê tapuyên wan hene dar hatine birîn. Nayê zanîn ku van daran birine kîjan deverê. Di nav de ku darên tuyan jî hene gelek darên fêkiyan jî hatine birîn. Şêniyên herêmê bertek nîşanî birîn û talankirina daran dabûn û xwestibûn birîna daran bê rawestandin.