Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin 2019-01-24 09:06:02 AMED - Dayika Mûrat Kozat ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê di greva birçîbûnê de ye, Leyla Kozat diyar kir ku êdî ji bo hevdîtina heftane jî nikare biçe girtîgehê û got: "Ez piştgiriyê didim çalakiya kurê xwe, bila demildest daxwaza wan qebûl bikin."  Tevî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin, bi heman daxwazê li 59 girtîgehan jî herî kêm 259 girtî heman çalakiyê didomînin. Yek ji girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye jî li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê xwendekarê zanîngehê Mûrat Kozat (29) e.    6 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ KARABUKÊ DE YE    Kozat, di sala 2011'an de li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê ji ber êrîşa bombeyî ya li dijî polîsan hat binçavkirin û paşê hat girtin. Ji be rîfadeyên şahidên nepen ji bo 8 polîsên birîndar bûne 8 caran muebeta giran lê hat birîn. Kozat pêşî du salan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ma, paşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hat kirin û 6 sal in li vir e. Kozat ji 5'ê Çileya 2019'an de ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.    Dayik Leyla Kozat, diyar kir ku Karabuk hezar kîlometre dûrî Amedê ye û ji ber vê ew her hefte ji bo hevdîtinê nikare biçe Karabukê. Dayik Kozat got: "Mehê carekê hevdîtina vekirî heye. Girtîgeh pir dûr e. Heta em diçin em perîşan dibin. Em tevî malbatên girtiyên din mehê carekê otobusekê kirê dikin û diçin. Rê 12 saet e. Hin malbat heqê rê jî peyda nakin. Bi zanebûnî zarokên me dibin cihênd ûr. Em dixwazin li girtîgeheke nêz bin. Wan jî daxwaz kiriye, lê belê daxwaza wan qebûl nekirine."    ‘XWEDÊ WAN BISTRÎNE'    Kozat, bilêv kir ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye û got: "Xwedê zarokên me bistrîne, hêz û qawetê bide wan. Xwedê vê neheqiyê nehêle û rêya rast nîşan bide."    'BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'    Dayik Kozat got: "Em dixwazin demildest daxwazên zarokên me bên qebûlkirin û aramî çêbibe. Bila mafên zarokên me bidin. Ciwanên me bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em doza heqên xwe dikin, wekî din doza tiştekî din nakin. Ji bo dawî li grevên birçîbûnê bê çi ji destê me bê em ê bikin. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim kurê xwe."    'JI BO AŞTÎ Û ARAMIYÊ'    Kozat, bilêv kir ku ji bo aştî û aramî pêk bê zarokên wan ketine greva birçîbûnê û got: "Tenê ji bo kurê xw enabjim, divê xwedî li hemû kesên di grevê de bê derketin."