Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye! 2019-01-24 09:05:20 STENBOL - Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û kartên ji bo sersalê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandibûn. Lê îdareya girtîgehê bi hinceta "ji aliyê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin" name û kart îade kirin.  Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û bi boneya sersalê jî kart ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandibûn, lê belê îdareya girtîgehê bêyî hinceta name û kart îade kirin. Li ser nameyên hatin îadekirin ev tişt hatiye nivîsandin: "Ji aliyê girtîgehê ve nehat qebûlkirin."    Parêzerê van girtiyan Sînan Zîncîr got: "Muwekîlên me bi boneya sersalê nameyên naveroka wan ne siyasî ji bo Birêz Abdullah Ocalan nivîsandin, lê belê girtîgeh bi hinceta ji aliyê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin name îade kirin. Me li nameyan nerî. Di nameyan de peyama ji bo sala nû heye û silav hatine nivîsandin."    Her wiha Zîncîr bi bîr xist ku li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û got: "Dewlet ji bo vîna girtiyên siyasî bişikîne û hesasiyeta gelê kurd ji holê rabike rojeke şemiyê Mehmet Ocalan bi awayekî derqanûnî şand Îmraliyê. Hevdîtinek pêk hat. Ya bi vêt ê xwestin ev e; 'Hevdîtin bi Ocalan re çêdibe., tecrîd tune ye. Birayê wî çî û ew dît.' Lê belê ji bo çi nameyên girtiyan tên astengkirin? Ocalan tenê ne fîgureke siyasî ye, divê mirov wekî ferdekî jî bifikire. Ji bo çi nikare bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtinê çêbike? Mafê Ocalan heye ku di nav mesaiyê de tim hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. Lê belê ji evana yek jî nayê kirin û tecrîd bi awayekî dijwar didome. Berê çawa be jî hin name diçûn. Hemû tiştên ji bo moralê tên astengkirin. Nameyên siyasî tên reşkirin û wisa dihatinteblîxkirin an jî bi hinceta sûc e paş ve dihatin şandin. Ev yek jî nîşan dide ku tecrîd bi awayekî dijwar didome."