Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e? 2019-01-24 09:03:17 AMED – Polîsên li dibistan û derdora wê hatine peywirdarkirin, li odeya mamosteyan bicih bûn. Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1'ê Zulkuf Guneş diyar kir ku ev yek tirsê li mamosteyan peyda dike û got: "Êdî mamoste nikarin li odeyên xwe jî biaxivin."  Bi projeya Wezareta Perwerdehiya Netewî û Wezareta Karên Navxweyî li dora dibistanan polîs hatin peywirdarkirin. Lê ev yek tesîreke neyînî li perwerdekaran dike. Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1'ê ya Amedê Zulkuf Guneş bal kişand ser vê rewşê.  Guneş bi bîr xist ku Wezareta Perwerdehiya Netewî û Wezareta Karên Navxweyî bi awayekî hevpar projeya "ewlehiya dibistanê û derdora wê, li dijî tiryakê hwdç parastina xwendekaran" dane destpêkirin û got: "Ev proje wekî projeya li dijî tiryak û madeyên xirab hat danasîn. Lê belê polîsên ji bo vê hatine peywirdakirin odeya mamosteyan bi kar tînin. Daxilî sohbetên pedagojîk, zanistiyî yên mamsoteyan dibin. Ev dibe sedema tirsê. Êdî hevalên me yên mamoste nikarin li odeyên xwe biaxivin. Çimkî tirsa ku çi biaxivin wê bê qeydkirin li wan peyda dibe."    Guneş, diyar kir ku li têketina dibistanan qulûbeyên şêwirmendiyê û ewlehiyê hene û divê polîsên peywirdar li wir bisekinin. Guneş got: "Ji bo vê me gelek hevdîtin çêkirin, lê belê polîs hîn jî odeyên mamosteyan bi kar tînin."