Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin 2019-01-24 09:03:15 MÛŞ - Danişîna rojnamevan Îdrîs Sayilgan ku 2 sal û meh in di girtîgehê de ye, wê sibê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk bê. Parêz û malbata Sayilgan û rêxistinên pîşeyî gotin: "Ya tê darizandin rojnmavanî ye."  Nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan di 25'ê Cotmeha 2016'an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin. Sayilgan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propgandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin û dozger dixwaze 15 sal ceza lê bê birîn. Danişîna doza Sayilgan wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk bê.    Parêzer Bariş Oflas got: "Di danişînê de dozger mutaala xwend û xwest bi endamtiya rêxistinê ceza li Sayilgan bê birîn. Cara ewil e ku dadgehê biryar da ku Îdrîs bê danişînê. Ger tiştek neqewime wê Îdrîs tev li vê danişînê bibe. Wê Îdrîs cara ewil û dawî li ber dadgehê parêziya xwe bike. Ji ber DMME'yê dosyeya Îdrîs xist rêza pêşî, loma dadgeh dixwae demildest biryarê bide û ji ber vê xwest tev li danişînê bibe. Dadgeh bi vî awayî dixwaze rê li ber biryara binpêkirina mafan a DMME'yê bigire. Lê belê wê hesab li hev dernekvin. Wê DMME der barê çapemeniya azad û xebatkarên çapemniya kurd biryareke baş bide. Em jî li benda piştgiriya raya giştî ne."    ‘WÊ DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE'    Yek ji parêzerên MLSA'yê Zelal Pelîn Dogan jî wê di danişînê de parêziya Sayilgan bike. Dogan, destnîşan kir ku ya tê kirin derhiqûqî ye. Dogan, bi bîr xist ku wan ji bo vê di meha Tîrmehê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û di Cotmehê de jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye. Dogan got: "Em wek Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Çapemenî û Hiqûqê di wê qenaetê de ne ku ger di danişîna 25'ê Çileyê de biryarek li gor hiqûqê neyê dayîn, wê DMME Tirkiyeyê mehkûm bike."    YA TÊ DARIZANIN ROJNAMVENÎ YE    Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî bi bîr xist ku Sayilgan 2 sal û 3 meh in girtiye û divê êdî bê berdan. Boltan got: "Ji bo azadiya çapemenî û ramanê em bang li herkesî dikin ku tev li danişînê bibin. Ya tê darizandin rojnamevanî ye. Xwedîderketina gel a li vê dozê pir girîng e."    Birayê Sayilgan, Ebûbekîr Sayilgan jî diyar kir ku divê êdî birayê wî bê berdan. Sayilgan, destnîşan kir ku birayê wî ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtiye û ya tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Sayilgan got: "Divê raya giştî xwedî li vê dozê derkeve. Heta niha em bi tenê nehiştin. Em dixwazin ji niha û pê ve jî piştgiriyê bidin me. Kesek ji ber nûçe çêkirine ev qas girtî maye. Divê ne wisa bûna. Em malbat dixwazin êdî dawî li vê mexdûriyetê bê."    MA / Mujdat Can