Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin 2017-11-03 13:04:06 AMED - Murat Çelîk ê li Peyasê bi 3 zarok û hevjîna xwe ve li malê diman, hat îdiakirin ku di serdagirtina malê de înfaz kirine. Şahidekî li şaneşîma mala xwe bûyer temaşe dikir, aşkera kir ku Çelîk destê xwe bilind kiriye û derketiye şaneşînê û ew li şaneşînê înfaz kirine. Mala li Kolana Sitki Gural a taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê, di saetên serê sibehê de serdagirtin pêk hat û polîsên tevgera taybet her der dorpêç kirin. Piştî demekê dengê çekan li herêmê bilind bû. Hat diyarkirin ku di serdagirtina malê de polîsan welatiyê bi navê Murat Çelîk înfaz kiriye. Li gorî agahiyan Çelîk bi 3 zarok û hevjîna xwe re li malê dima.   EKER GOT 'MERTAL' ZAROKÊN WÎ DERKETIN   Waliyê Amedê der barê bûyerê de agahî da û da zanîn ku di malê de pevçûn derketiye, polîsekî tevgera taybet hatiye kuştin û 9 polîs jî birîndar bûne, kesekî di malê de jî jiyana xwe ji dest daye. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehdî Eker jî ev tişt got: "Li Amedê pevçûn derketiye û di malê de jinek û 3 zarok hebûne. Terorîst ev kesên di malê de wekî mertal xebitandiye." Lê piştre derket holê ku ev jin û zarokên di malê de hevjîn û zarokên Mura Çelîk ê hatiye kuştin in.   Piştî şer hevjîn û zarokên Çelîk ji malê hatin derxistin, dayika Çelîk a li heman taxê jî hat binçavkirin.   Li gorî agahiyên ku ji şêniyên taxê hatine girtin, polîsan bi panzer, helîkopter û maşîneyên zirxî hatine taxê û berî serdagirtinê şer derketiye. Piştre bi ser malê de girtine.   Polîsên li cihê bûyerê diyar kirin ku wan li ser îxbarê bi ser malê de girtiye, di dema serdagirtinê de kesên li malê bi çekê êrîşê wan kiriye û li ser vê şer derketiye.   ‘ÎDIAYA ÎNFAZ KIRIN'   Li ser şerê li taxê, gelek polîs sewqî herêmê hatin kirin û li ser avahiyên der û dorê sekvan hatin bicihkirin û piştre polîs ketin malê. Şahidê li şaneşîna mala xwe bûyer temaşe dikir, piştrast kir ku piştî dengê çekan rawestiya ye, kesê di malê de derketiye şaneşînê û destê xwe bilindî hewa kiriye, polîsên ku piştre ketine şaneşînê ew kes înfaz kirine. Şahidê bûyerê destnîşan kir ku kesê hatiye înfazkirin Murat Çelîk e, her çendî Çelîk destê xwe bilind kiriye jî polîsan ew înfaz kiriye.   Hat diyarkirin ku lêkolîna polîsan mal malê bi dawî bûye û hin xebatkarên Şaredariya Peyasê anîne û li malê paqijiyê dikin.    Dorpêç û tevgera li herêmê dewam dike.