ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-24 09:00:10 * Li Wanê nûnerên rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo tecrîdê hatin destpêkirin di asta krîtîk de ne û xwestin bêyî mirin çêbibin daxwaz bên qebûlkirin.  * Danişîna rojnamevan Îdrîs Sayilgan ku 2 sal û meh in di girtîgehê de ye, wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk bê. Parêz û malbata Sayolgan û rêxistinên pîşeyî gotin: "Ya tê darizandin rojnmavanî ye."    * Polîsên li dibistan û derdora wê hatine peywirdarkirin, odeya mamosteyan bi kar tînin û daxilî nîqaşên akademîk ên perwerdekaran dibin. Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1'ê Zulkuf Guneş diyar kir ku ev yek tirsê li mamosteyan peyda dike û got: "Êdî mamoste nikarin li odeyên xwe jî biaxivin."    * Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan name û boneya sersalê kart ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandibûn. Lê belê îdareya girtîgehê bi hinceta "ji aliyê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin" name û kart îade kirin.    * Leyla Kozat, dayika Mûrat Kozat ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku êdî ji bo hevdîtina heftane jî nikare biçe girtîgehê û got: "Ez piştgiriyê didim çalakiya kurê xwe, divê demildest daxwaza wna bê qebûlkirin."    * Li Silopiyayê, 18 sal berê qereqolê gazî Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş kiribû û Taniş tevî rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz çûbû qereqolê, lê belê ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin. Keça Ebûbekîr Denîz, Ceylan Denîz got, zarokatiya wê ji destê wê hatiye girtin.    * ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa Maf, li şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê bi civîna çapemeniyê balê bikişînin ser greva birçîbûnê. (12.00)    * HDP ji bo danasina namzetên hevşaredariyan bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, dê li Salona Konferansê ya Elagance ya Amedê civînê pêk bîne. (11.00)   * Baroyên gelek bajaran, bi minasebeta Roja Parêzerên di Takûkeyê de dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)