Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê 2017-11-03 12:54:50 ŞIRNEX - Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê yên Şirnexê.   Li Çiya Cûdî yê Şirnexê leşkeran dest danî ser jeneratorên hin kanê komirê. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, leşkeran rêyên diçin kanên komirê yên tekane îstîhdam û debara bi sedan mirane, girtin û dest danîn ser jeneratorên çend kanên komirê. Karkerên li herêmê diyar kirin ku ev 4 rojin kar nakin, lê ev pirsgirêk di hin şîrketin mezin de nayên jiyîn. Karkerên, bertek nîşanî vê rewşê dan, bang li HDP, CHP û saziyên civaka sivîl kirin ku xwedî wan derbikevin.    Karkerên ku ji ajansa me Mezopotamya re axivîbûn, diyar kiribûn ku tekane jêderka debara wan ev kare, ger ev kar bê girtin, dê neçarî koçberiyê bibin, li şûna kanê bigirin, bila şert û mercên kanan sererast bikin.