Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê 2019-01-23 16:11:13   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê ji bo hilbijêrên li dijî qanûnan hatin qeydkirin îtîraz kir. Rayedaran îdîaya "Hin avahî wekî kişlaya komando hatin avakirin" red kir. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiyên qeydên hilbijêran bir rojeva meclîsê.    Beriya hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê lîstik û hîleyên li ser hilbijêran zêde bûn. Heri zede li bajarên kurdistanê hilbijêr li navnîşanên şaş qeyd kirin û hilbijêrên xeyalî li navnîşanên kom, axur û ne li gorî mantiqê qeyd kirin. Piştî rêxistina HDP'ê ya Sêrtê kesên li dijî pîvan û zagonan tespît kir li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û navçeyan îtîraz kirin. Lijneya Hilbijartinê der barê îtîraza ku li daîreya 1'emîn a hêjmar 189'an a taxa Kooperatifê ku 446 hilbijêr,  daîreya 2'emîn 672 hilbijêr û daîreya 3'emîn 727 hilbijêr hatine qeydkirin, red kir. Lijneye diyar kir ku têkildarî van navnîşanan tiştekî bê kirin tune ye.    BI VAN GUHERTINAN ARMANC DIKIN KU ENCAMA HILBIJARTINÊ BIGUHERÎNIN'    Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê  Meral Danış Beştaş, ev rewş bir rojeva meclîsê. Beştaş, xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu vê yekê bibersivîne û ev pirs ji Soylu pirsîn:    “* Der barê jêbirina qeyda hilbijêran de tahkikata polîs û eskeran çima hat rawestandin. Eleqeya vê biryarê û wezareta we çiye?    * Jêbirina qeyda hilbijêran bêyî vina hilbijêran çawa pêk hatiye? Bi vê yekê armanc hilbijêr ji mafê xwe yê vînê dûrxistin e? Berpirsiyariya îdarî çiye? Hewldana îdareyê ya li dijî welatî û hilbijêran ma ne xezpkirina vîna wî ye? Ev ne sûcê qanûnî ye?    * Hin cihên xerabe, qeyda hilbijêran zêde hatine peydkirin. Hûn vê yekê çawa dibînin? Li gorî hatiye tespîtkirin di daîreyekê de 700 hilbijêr hatine qeydkirin. Ev çiqas xwezayî ye? Li malekê bi sedan hilbijêr çiqas pêkan in? Hûn vê yekê çawa aşkere dikin? Lijneya Hilbijaritnê ya Navçeyê xaniyan wekî kişlaya komando wekî Malên Taybet ên Tevgera Taybet nîşan dide. Hûn vê yekê çawa şirove dikin? Hûn van çawa şirove dikin. Ger ku li malekê bi sedan esker û plolîs hebin çima ew qas polîs û esker hatine peywirdarkirin.