Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan 2019-01-23 16:58:12   AMED – Delegeya KCD’ê ya Amedê Aliye Tok ku girtî ne û tê darizandin nehat berdan.    Danişîna ewil a doza delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê Aliye Tok bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ji operasyona 9’ê Cotmeha 2018’an li Amedê hat girtin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Tok di danişînê de amade bû û parêzerê wê Ozkan Avci û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî doz şopandin.    ‘EZ ŞAHID NAS NAKIM Û SÛC BÊ BINÎ NE’    Tok di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez kesê bi navê Ekrem Demîr ku li ser min îfade da yekemîn car di îdianameyê de dibînim. Tu eleqeya min pê re nîne. Hemin ku îdiayên wî hene bila aşkere bike. Ez şahid nas nakim û sûcên li ser min jî bê binî ne.” Tok di dawiya parastina xwe de tahliyeya xwe xwest.    Parêzer Ozkan Avci jî parastina miwekîla xwe kir û xwest bê berdan.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Heyeta dadgehê bi hêceta rewşa delîlên heyî yên di dosyeyê de, gumana sûcek bi qewet û daxwaza kontrola edlî kêm bimîne biryara dewama girtina Tok da û danişînê taloqî 13’ê adarê kir.