Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin 2017-11-03 12:53:53 AMED - Li Farqînê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.  Li taxa Konakê ya Navçeya Farqînê, polîsan şev nîvê şevê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 2 kes binçav kirin.  2 kesên hatin binçavkirin sedena binçavkirina wan nehat zanîn û birin Midûriyeta Polîsan a Farqînê.