Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome 2019-01-23 15:44:10   STENBOL - Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku rastî 2 sal û 6 meh ceza hat, li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê dersa dawî da. Fincanci li Amfiya Kemal Atay dersa "Mafên Mirovan û Berpirsiyariya Hekîman" da. Fîncanci, anî ziman ku her hekîm di heman demê de parazvanê mafên mirovan e û mafê jiyanê diparêze.   Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya îmze avêt danezana aştiyê û rastî 2 sal û 6 meh ceza hat, ji ber teqawît bû, li Amfiya Kemal Atay a Fatulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê dersa dawî da xwendekarên xwe. Fincanci, piştî tersa dawî da îro ji beşa Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê teqawît bû. Fincanci herî dawî dersa "Mafên mirovan û Berpirsiyariyên hekîman" da xwendekarên xwe. Di dersa dawî ya Fincanci de Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saip, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskin, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û Serokê Vakfa 78’an Celalettin Can û gelek kesên din amade bûn. Fincanci di dersê de axivî û wiha got: "Başe ku min li Qada Tipa Edlî pisporî kir. Hekîm kî ye? Îlo divê em ne li cem hev bin. Di kovarekê de digot 'Hekîm di rewşê dijwar de parêzer e. Di grevên birçîbûnê de min raporek da DMME'ê. Tirkiye li hemberî vê raporê parastina ‘Yên dikevin grevê ne wekî hekîm, wekî parêzer wan diparêzin' Raste ez pir spas dikim ji wan re. Tespîtek pir rast kirine. Ji ber ku her hekîm divê wekî parêzerekê-î tev bigere. Ger ku nikaribe parêzeriyê bike û nikare mafê tenduristiyê biparêze, wê demê divê ew hekîm hekîmtiyê neke. Divê em tu carî rolê parastina tenduristiyê ji destê xwe bernedin.    Fincanci, da zanîn ku tip siyaset bi xwe ye û wiha got: "Ji ber ku em mudaxîlî jiyanê dibin. Li her qada ku em mudaxîlî jiyanê dibin em tev li siyasê jî dibin. Rola hekîman a ewil parastina jiyanê û tenduristiyê ye. Ya din jî parêzeriya jiyanê ye. Divê em tu cari dest ji vî ropê parazvaniya jiyane bernedin."    ‘JI BO EZ MAFÊ MİROVAN BIPARÊZIM MIN SOZ DA XWE'   Fincanci, destnîşan kir ku dema dest bi vê erk û peywirê kir doz da xwe û wiha got: "Dema min nû dest bi asîstaniyê kir, di niqaşên lijneya giştî de dosya îşkenceyê ya rêveberê Partiya Komînîst a Tirkiye (TKP) Mustafa Hayrullahoglu dihat niqaşkirin. Mamosteyan, ji bo piyên wî yên ji ber feleqeyê reş û şîn bûbûn digotin ‘Dibe xwe hilkiribe û li erdê xistibe." Lê ev qet ne pêkan bû. Piştî wê dîmenê û van gotinan min soz da xwe. Min ji hemû mirovên li ser vê axê û gelên li ser vê axê re got: ‘Min got ezê wisa bixebitim ku nikaribin tiştekî wisa bêjin' Piştî vê yeke min hemû emrê xwe ji bo vê yekê xerz kir."    ‘LI JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ...'    Fîncanci, anî ziman ku eger yen hêz di destê wan de rexne dikin, hemû mekanîzmayên ku van rexneyan ji holê rake dixe meriyetê. Lê heqîqet di dema tu qet ne li bendê ye derdikeve holê. Roja ez ketim jêrzemînên Cizîrê min ev yek fam kir."    Fîncanci, di temaşekirina slaytan de dîmenek nîşan da û wiha berdewam kir: "Ev dîmenê ku hûn dibînin çenga wî ya jêr e. Ev perçeyên biçûk hestiyên şewitî ne. Li jêra çenda jêr, çarcoveya berçavkekê heye. Yên berçavkan çê dikin baş dizanin. Ger ku çarçoveya berçavkê ji çenga we ya jêr firehtir be, li ber çavê ne wasekine. Dema em li vê çarçoveyê û çendgê binerin, em dibînin ku çeng nêviyê çarçoveyê ye. Yanî li wir zarokekî biçûk heye. Berpirsiyariya dewletê ewe ku zerar negêje tu kesî. Ger ku hewce be divê tang û topê xwe ji wer derxistiya. Divê zanistiya hekimtiyê ji bo fêda mirovan bê xerçkirin. Ger ku mirov mirov be divê wekî hev li cem her kesî raweste. Ez ji hevalê xwe yê bi min re ketine rê û rêhevaltî kirine spas dikim. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim."    Ev bû deksa Fincanci ya dawî.