'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin' 2019-01-23 14:47:29 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo banga mîtînga 3'ê Sibatê ya li Bakirkoyê pêk bîne civîna çapemeniyê pêk anî. Hevberdevkê HDP'ê yê Stenbolê Saruhan Oluç, diyar kir ku dê di mîtîngê de dengê demokrasiyê bilind bikin û xwest her kes di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê tev li mîtîngê bibin.  Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û çalakiyên greva birçîbûnê, dê di 3'ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bîne. HDP beriya mîtîngê li avahiya partiyê ji bo banga mîtîngê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêxistina HDP'ê dê bi şîara “De tariya tecrîdê biçire! Meşaleya Azadiyê geş bibe! Bi berxwedana Şoreşê dê gel bi ser bikeve" mîtîngê pêk bînin.  Li salona avahiya HDP'ê pankarta “Ji bo Ked, Aştî, Edalete em digêjin hev" vekirin. Hevberdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek tev li daxuyaniyê bûn.    'TECRÎD ŞER E'   Di civînê de Hevberdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku ji bo bibin dengê girtiyên di grevê de dê di 3'e Sibatê de mitîngê pêk bînin û wiha got: "Ji bo em faşîzma AKP-MHP'ê bi sînor bikin ev gavek e. Guven 77 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê d8e ye. Niha hatiye sînorê krîtîk. Guven niha li dijî tecrîdê di grevê de ye. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Ev tevrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e. Li ser hemû gelê kurd û gelê Tirkiye ye. Ev tecrîda giran nayê qebûlkirin. Hêj Wezareta Dadê daxwaza heyeta bijîşkan a serbixwe qebûl nekiriye. Em nikarin destûr bidin ku daxwazên Guven bê bersîv bimîne. Ger ku tiştekî neyînî bê serê Guven berpirsiyar rayedar in. Em bang li Baroyên Tirkiye û Rêxistinên Demokratîk ên Tirkiye dikin ku bêdeng nemînin. Em dibêjin li hemberî daxwazên Guven û girtiyên din gavan bavêjin. Tecrîd şer e. Krîza aborî ye. Ger ku hûn li dijî tecrîdê bêdeng bin berpirsiyar hûn in jî. Divê her kes tev li vê mitîngê bibe û li dijî van zext û zordariyê dengê xwe bilind bikin. Divê her kes li dijî tecrîda heyî nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em bang li her kesî dikin ku di 3'ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê tev li mîtîngê bibin."    'TECRÎD NEŞIKÊ DÊ CIVAK BIŞIKÊ'   Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş jî anî ziman ku daxwazên Guven mafdar û rewa ne û wiha got: "Yên ku li hemberî daxwazên Guven bêdeng bimînin û yên tecrîdê giran dikin bi heman ferasetê tev digerin. Ger ku tecrîda mutlaq neyê şikandin dê civak bişkê. Bi taybetî bang li gelê Stenbolê dikim. Divê em hemû dengê xwe li qadê bilind bikin. Ger tecrîd bidome şer jî dê bidome. Tecrîd şer e. Her kes berpirsiyar ke ku dengê Leyla Guven bilind bikin. Em bang li her kesên aştî, başî û aramî û xweşiyê dixwazin dikin ku di 3'ê Sibatê de tev li mitingê bibin."     Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun jî bang li her kesi kir ku tev li mîtîngê bibin û li daxwazên Guven xwedî derkevin.