Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin 2019-01-23 12:58:13   MÊRDÎN – Rêxistinên Demokratîk ên Mêrdînê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên girtiyan ên di grevê de, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku daxwaza girtiyan çiye daxwaza wan jî heman tişt e û got:"Tecrîd bi hevdîtina15 deqîqeyan ranabe. Em dibêjin tecrîdê bi dawî bikin."    Rêxistinên Demokratîk ên Mêrdînê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên girtiyan ên di grevê de, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku 7 girtî di çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger de ne, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta biryara Wezareta Karên Hundir heye destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Nûnerên rêxistinên demokratik di bin dorpêça polîsan û maşineyên zirxî de ligel hemû astengiyan li pêş Girtîgehê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, heyetek çêkirin û ji ber îro roja hevdîtina girtiyan e biryar dan ku biçin malbatan ziyaret bikin.b Heyeta hat avakirin li pêş girtîgehê bi malbatan re hevdîtin kir. Malbatan der barê rewşa girtiyan de agahî dan parêzer û parlamenteran. Piştî parlamenteran ji 7 girtiyen ku piştî 5'ê Çile ketine grevê agahî girtin, daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, diyar kir ku girtî ji bo balê bikişînin ser bêhiqûqiyê ketine grevê û daxwaza wan ewe ku tecrîd bi dawî bibe ye. Çelik, anî ziman ku bi qasî agahî ji malbatan girtin rewşa girtiyên ku ketine grevê baş e û wiha got: "Lê niha Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 77 rojin di grevê de ye. Ev nîşan dide ku li Tirkiye bê hiqûqî ketiye kijan rewşê. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê tevrîd bi dawî bibe û daxwaza Guven pêk bê. Divê ev bê hiqûqî bi dawi bibe."    'DAXWAZA ME NE TENÊ HEVDÎTINA 15 DEQÎQEYAN E   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî axivî û wiah got: "Niha nêzî 300 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Tenê daxwazek girtiyan heye. Daxwaza wan ewe ku tecrid bi dawî bibe. Niha daxwaza girtiyan ewe ku tecrîd û bê hiqûqî demek birî demekê bi dawî bibe ye. Em dixwazin tecrîd bi dawi bibe û Ocalan bi malbat, parêzer û heyetê re hevditin pêk bîne. Daxwaza ne ne tene hevdîtina 15 deqîqeyan e. Em dixwazin dîsa pêvajoya aştî, demokrasiyê û diyalogê dest pê bike. Daxwaza girtiyan çiye ya me ji ew e. Em dibêjin tecrîdê bi dawî bikin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawi bû.