‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’ 2019-01-23 09:26:02 AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz da zanîn ku roj bi roj rewşa Leyla Guven dikeve merhaleyek xeternak û divê gelê kurd li her parçeyan xwedî li kesayetek wek Leyla Guven ku bi rihê netewî tevger dike derkeve.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza lêdawîanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 77 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Tevî hemû hewldan, çalaki, daxuyanî û bangkirina jî hêj hikumetê bersiv nedaye daxwaza Guven û nêzî 250 girtiyên din ên li girtîgehan 39 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Li aliyekî tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê di rojeva kurdan de tên nîqaşkirin û li aliyê din jî îtîfaqa hilbijartina herêmî ya di bin sîwana HDP’ê de xwe ji bo hilbijartina 31’ê Adarê amade dike. HDP li rex van herdu rojevên girîng ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd jî xebatên xwe didomîne.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz tecrîd, grevên birçîbûnê û îtîfaqa partiyên kurd ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand.    ‘BÊDENGÎ WÊ ZEHMETIYAN DERXE’   Îpekyuz anî ziman ku kêlî bi kêlî û roj bi roj çalakiya Leyla Guven dikeve merhaleyek girîngtir û xeternak û got: “Çiqas xwedî derketina li daxwaza Leyla Guven derengî bikeve, wê ewqas zehmetiyek mezin derkeve pêşiya me. Birêz Guven ne ji bo şexsiyeta xwe ji bo tengasiyek herî mezin a gelê kurd û gelên Rojhilta Navîn di greva birçîbûnê de ye.”   ‘TECRÎD LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛYE’   Îpekyuz diyar kir ku ne tenê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û wiha dewam kir: “Bi tecrîdkirina rêberek xwedî rolek girîng û mezin, tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Şidandina tecrîda li Îmraliyê li ser civakê tevahî belav bûye. Tecrîdek taybet birêve dibin. Li Îmraliyê pergalek taybet heye û ev pergala tecrîdek wiha ye ku li tu devera cîhanê mînakê wê tune ne. Daxwazî tenê ne ji bo rewşa tenduristiya wî bê hînbûn. Daxwaziya mezin mafên mirovên li derve çi be, yê mehkûmekî jî ew e. Bi vê tecrîdkirina Birêz Ocalan ku rê li ber krîzên Rojhilata Navîn vekiriye bi taybet tê birêvebirin.”    ‘REWŞ GIRAN DIBE’    Îpekyuz bal kişand ser rewşa tenduristiya Leyla Guven û wiha got: “Her ku diçe nexweşînên birêz Leyla Guven zêde dibin û rewşa wê girantir dibe. Em ê rewşa Guven û daxwaza wê li her deverê bînin ziman. Daxwaza Guven û girtiyan ji bo xweşiya gel e. Divê em wek civak jî dengê xwe ji bo piştevaniya wan bilind bikin.”    ‘LEYLA JINEK NETEWEYÎ EM XWEDÎ DERKEVIN’    Îpekyuz destnîşan kir ku Leyla Guven jinek ku bi hişmendiya neteweyî ya gelê kurd tevger dike ye û wiha pêde çû: “Kîjan rêxistin, sazî û hizbên gelê kurd li kîjan parçeyî dibe bila bibe, divê deng bide dengê wê. Divê em gelê kurd kêlî bi kêlî li ser daxwaza Leyla Guven bipeyivin û em piştevaniya wê xûrt bikin. Heke ku Leyla Guven bi ser bikeve dê gelê kurd bi ser bikeve.”    ‘DIVÊ ÎTÎFAQ LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE’    Îpekyuz got: “Divê em wek îtîfaqê li dijî tecrîdkirina mirovan, mirovahiyê, mafan, ziman û siberojê bêdeng nemînin û ji hev re bibin alîkar. Lazim e em xwe li dijî her êrîşan xûrt bikin û bixebitin. Dîrokek mezin li pêşiya me ye.”   ‘LI DIJÎ ÎTÎFAQÊN QIRÊJ DEST BIDIN HEV’    Îpeykyuz bal kişand ser îtîfaqa hilbijartina herêmî ya partiyên kurd û wiha domand: “Divê îtîfaqa herî mezin di nava kurdan de hebe. Me piştî 24’ê Hezîranê dest bi xebatên xwe yên îtîfaqa hilbijartina herêmî kir. Di hevdîtinên me yên ji bo îtîfaqê hilbijartin ne bazara me bû. Bazarkirin jixwe şerm e. Armanca me ew bû ku gelê kurd li dijî îtîfaqên qirêj destê hev bigirin û mil bidin milê hev, ji bo ku welat li benda me ye. Em diçûn ku kîjan deverê gelê me digot di ewqas rojên teng de çima gelê kurd nabe yek.”    ‘ARMANCA ME NE ŞAREDARIYEK E, DÊ XEBAT BIDOMIN’    Îpekyuz anî ziman ku dê di 24’ê çile de ango sibê bi beşdariya hemû partiyên îtîfaqê namzetên xwe bidin danasîn û got: “Piştî 24’ê çile dê xebatên me yên îtîfaqê ya ji bo karkirina hilbijartinê dest pê bikin. Em li ser namzetên îtîfaqê li meseleyê mêze nakin. Em li sûretek mezin dinêhirin. Sûreta herî mezin jî ew e; divê em bibin yek û li gel hev bin. Ev meseleya me tenê ne ji bo şaredariyek û encûmentiyekê ye. Mesela herî mezin meseleya netewî, wekhevî, desthevgirtin û mêzekirina siberojê ye. Tişta herî qenc îtîfaqa gel e. Divê em bi çav û hêviyek mezin li vê îtîfaqê binêhirin. Partiya me jî wek îtîfaqek netewî li mijarê dinêhire û di vî warî de xebatên xwe didomîne.”     ‘HILBIJARTINA MEZIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’    Îpekyuz diyar kir ku ev îtîfaq tenê ne ji bo çend navçeyan e û wiha got: “Ev îtîfaqa tevahiya herêmê bi xwe ye. Divê gelê me viya baş dizanibe; armanca me yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Divê em ji bo tiştên biçûk xwe nexeyîdînin û bi rûhek netewî û seferberiyê bixebitin. Ev îtîfaqa me wê gav bi gav zêde bibe. Wê piştî 31’ê Adarê xebatên me yên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd xelas nebin. Hilbijartin serdemên diçin û tên e. Hilbijartina mezin a ji bo gelê kurd yekîtiya neteweyî ye. Dema wextê xelkên me yên Mahabad, Qamişlo, Hewlêrê li vî sûretê me yê Amedê mêze dikin hêviyek dide wan jî.”    MA / Bîlal Guldem