Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin 2019-01-23 09:23:57 ÊLIH - Malbata Yalçin, ku dê û bav tevde berasteng in, li gundê Daragûzê yê li quntarên Çiyayê Hezoyê ye di şert û mercên giran de bi zor û heft bela debara xwe dike.  Li gundê Daragûzê yê navçeya Hezo ya Êlihê, malbata Yalçin ku dê û bav herdu jî berasteng in, ji bo debara xwe û jiyana xwe di şert û mercên dijwar de li ber xwe dide. Hasan Yalçin (45), ji sedî 90 çavên wî nabînin, hevjîna wî Mansûre Yalçin jî ji sedî 70 berastenga zihnî ye. Mehê tenê hezar û 150 lîreyî pereyê alîkariya civakiyî digirin û ji bilî vî pereyî wekî din tu derameteke wan tune ye.    'EM JI BO XWE TIŞTEKÎ NAXWAZIN'    Bi navê Duran (14), Akif (10), Abdullah (11), Seher (5) û Mizgin (3) pênc zarokên malbatê hene. Wexta Dûran çêbûye lêvên wî qetandî bûne û ji ber bêderfetiyê nikare tedawî bibe. Bav Yalçin xwest kurê wî Dûran bê tedawîkirin û got: "Piştî vê saetê ne ez û ne jî hevjîna min em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Tenê em li pêşeroja zarokên xwe difikirin. Ez jî û hevjîna min jî, ji bo zarokan çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ji dest me bê em ê wan xwedî bikin."    'HAVÎNÊ BESTENIYÊ DIFIROŞE'    Bav Yalçin, bilêv kir ku wan xaniyê xwe yê li gund jî bi alîkariyê lê kiriye, lê belê niha hindik maye briûxe. Yalçin, anî ziman ku devereke ku pê de biçin tune ye û ji bo xaniyê wî nerûxe doza alîkariyê kir. Yalçin got: "Carinan em tenê debara xwe bi alîkariya civakiyî ya tê kirind ikin. Bestenîfiroşekî ji bo em havînê besteniyê bifiroşin du sarincên besteniyê dan me. Em havînê bestiniyê difiroşin. Lê ma wê li gund çend bestenî bên firotin. Niha zivistan e, em tenê debara xwe bi alîkariya mehane dikin."    MA / Metin Yoksu