Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye 2019-01-23 09:19:14   ÎZMÎR - Parêzera OHD'î Şukran Ozturk, diyar kir ku ew tim serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin û got: "Eger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê encamên dijwar rû bidin. Di warê qanûnî de çarçoveya vê daxwazê hatiye çêkirin û daxwaz ew e ku ev qanûn pêk bê."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 77'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakî hatiye destpêkirin û çalakiya bi sedan girtiyî jî didome. Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şukran Ozturk, bal kişand ser rewşa girtiyên li herêma Egeyê di greva birçîbûnê de ne.    'GIRTÎ ZIHÎF BÛNE'   Ozturk, bilêv kir ku ew parêzerên OHD û ÎHD'ê ji nêz ve çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin û çavdêriyên xwe yên ji bo girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2'yan a Şakranê parve kir: "Girtî dibêjin niha rewşa tenduristiya me baş e. Bi qasî min fêm kir dixwazin xwe baş bînin ziman û çalakiya xwe derxin pêş. Girtî zihîf bûne. Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Şakranê girtî 7 kîlo zihîf bûne. Her wiha li Girtîgeha Jina ya Şakranê jî 3 jinên di greva birçîbûnê de di navbera 4-6 kîloyan de zihîf bûne. Ji ber greva birçîbûnê hin nerihetiyên din jî li wan peyda bûne; sergêjî, navçûyîn, dilxelandin û hwd."    ‘KARBONAT NAYÊ DAYÎN'    Ozturk, diyar kir ku divê av, şekir û xwê bê dayîn û ev yek ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên dayîn. Ozturk, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiyeyê vîtamîna B1 tune ye bi awayekî komplesk tê dayîn û li gorî daxwazê vîtamîna B1 didin hin girtiyan. Ozturk, da zanîn ku heta hikumxwar nexwazin vîtamîna B1 nayê dayîn û eger bê dayîn jî tenê 5 mîlîgram tê dayîn. Ozturk got: "Sedema vê nizanim, lê li girtîgehên me hevdîtin bi girtiyan re çêkirin de hat gotin ku karbonat nayê dayîn. Li gorî bijîşkan ji me re got, divê rojane hinek karbonat bê dayîn. Niha çewisandineke dijwar tune ye, lê belê li hin girtîgehan ji bo girtiyên rewşa wan nebaş destûra refekatvanan nayê dayîn. Wexta em li daxwaza girtiyan a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dinerin; ev yek di mewzûatê de heye. Ji ber di hevdîtina dawî ya bi Birêz Ocalan re endam nehat girtin grevên birçîbûnê didomin."    'BERÎ REWŞ GIRAN BIBE DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'    Ozturk, destnîşan kir ku ew hiqûqnas piştî pirsgirêkên di çalakiyên greva birçîbûnê de tespît dikin di warê hiqûqî de ew hin serlêdanan dikin û got: "Em girtîgehan dişopînin. Her wiha komîsyonek jî hat avakirin. Ligel vê em rewşa tenduristiya girtiyên di grevên birçîbûnê de jî tespît dikin û dişopînin. Wekî tê zanîn di grevên birçîbûnê de piştî rojên 50'yî asta krîtîk dest pê dike. Dibe sedema ku xisarên mayînde li eks peyda bibin. Eger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê encamên dijwar rû bidin. Jixwe niha çalakiya Birêz Leyla Guven di asteke krîtîk de ye. Di warê qanûnî de çarçoveya vê daxwazê hatiye çêkirin û daxwaz ew e ku ev qanûn pêk bê. Ev daxwaz ne daxwazeke ku pêk neyê. Di vê çarçoveyê de rewşa heyî gumanan li mirov peyda dike. Loma berî ku rewşa girtiyan girantir bibe divê hin gav bên avêtin."    MA / Ayşe Surme