Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin 2019-01-22 15:32:06   MÊRDÎN – Li navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê di nav de keyayên qeyûm tayînî şûna wan kirin hene 10 kes hatin binçavkirin.     Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê birêvebirin polîsan li navçeya Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de 10 kes hatine binçavkirin.    Hat ragihandin ku keyayê taxa Derînsû ya Derîkê Arîf Tekîn ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û keyayê taxa Eşme ya Qoserê Şukru Gurmuş de jî hatine binçavkirin.    Hat zanîn ku her 10 kes bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kirin e” hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.