Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin 2017-11-03 12:22:44 NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna Astana 7 ku du rojan berdewam kir, di encamnameyê de Kongra diyaloga Sûriyê li Sotşî pejirand. Kongira “diyaloga niştîmanî Sûrî” wê di 18 Mijdarê de li Rûsya pêk bê. Di lîsteya vexwendnameya Wezareta Rûsya de kurd jî hene.  Tura 7‘an a danûstandinên Astanayê di 30 cotmehê de li paytexta Kazakhstan Astanayê ji aliyê welatên garantor Tirkiyê, Rûsya û Îran ên wek dewletên garantiya şer a li Sûriyê dikin têne binavkirin ve pêk hat. Civînê du rojan dirêj kir. Ji ber di civînê de encam nehat girtin civînek din amade kirin.  Di civînê de hatibû payîn ku mijarên tespîtkirina agirbestê, bicihkirina hêzên dewletên garantor li parêzgeha Idlibê û dosya girtiyan were nîqaşkirin.   Çavkaniyên beşdarî civînê bûn, têkildarî encamên civînê û biryarên çareseriya li Sûriyê agahî dan.  Kesekî beşdarî civîna li Astanayê bû, diyar kir ku ji bo aliyên derveyî pêvajoya Astanayê re peyam hatiye şandin da ku li başûrê paytexta Sûriyê Şamê herêmeke nû ya kêmkirina şer were avakirin. Heman demê têkildarî vê mijarê hatibû raghandin ku li Şamê ji aliyê leşkerên ku li wê deverê bicihdibin xwestek hebû ku herêmeke din a kêmkirina şer were avakirin. Çavkanî da zanîn ku di çarçoveya Cubeyr û Beyt Cin de, ev dawxaz li Astanayê hat nirxandin.   Kesê beşdarî civînê bû destnîşan kir ku di encama Astana 7, aliyên beşdarî civînê bûn, rêkeftine ku herêmeke nû a kêmkirina şer li başûrê paytexta Sûriyê ava bikin heye.  Dosya Girtiyan tu pêşveçûn bi xwe re nanî.  Wekî ku hatibû plankirina yek ji dosyeyên ku di Astana 6 de ji bo Astana 7 hatibû paşxistin Dosya Girtiyan bû. Lê di vê civînê de jî ev dosya hate talokirin, hatibû nîqaşkirin ku guhertina girtiyan di navbera rejîm û opozisyonê de were kirin lê tu pêşveçûn pêk neanî, tevî ku ev dosya ji ajandeyên sereke yên danûstandinên Asatana bû.   GELEK NAKOKÎ DERKETIN   Rûsya di civînê de gelek nakokî jî li ser dosyayên dîtir derketin. Belgenameya girtiyan jî hate asteng kirin. Ji aliyekî din ve Opozisyona Sûriyê êrîşeke tûj bi ser Rûsya de biriye û sûcdar kiriye ku ew wek dewleteke dagirker tevdigere, li vir jî tê pêşdîtin û tawanbar kirin ku Waşintonê daxwaz ji aliyên opozisyonê kir ku zêde tevlî proseya siyasî bibin û nîşandaye ku "çûyîna serokê Sûriyê Beşar El-Esed ji bo proseya siyasî ne merce.”  Di civînê de hate îdaa kirin ku Mosko rastî astengkirina Tehranê jî hatiye.     ALTERNATÎFA NÛ YA RÛSYA SOTŞÎ YE    Di vê civînê de jî Rûsya bi alternatîveke din derdikeve ew jî Kongora Sotşî a diyaloka niştîmanî Sûriyê ye. Mosko di civînên Astana de dayîna girîngiyê veguherîna li ser Kongreya diyaloga niştimanî, ku amadekariya wê dike li Sotşî ya Rûsiyayê di 18`ê Mijdarê lidarbixe û hate destnîşankirin ku dê destûra Sûriyê bê gotûbêjkirin.    Dewletên ku mosogeriya çareseriya kirîza Sûriyê dikin li xwe girtine û razûbûna xwe ragihandin ku di çarçoveya proseya Cinêvê de bê gotûbêjkirin. Li ser vê yekê ji aliyê wezaretiya karê derve ya Rûsya di 31 cotmehê de lîsteya aliyên vexwendine Kongreya diyaloga niştimanî ya Sûriyê, ragihandiye ku 33 rêxistin û aliyên siyasî û leşkerî yên ser bi rejîm û opozisyonê ne, Artêşa Azad a Sûriyê, Desteya bilind a danûstandinan, Îtilafa Niştimaniya Sûriyê, Partiya Baas a desthilatdar ya Şamê, her wiha “Partiya Yekîtiya Demokratîk ” a Kurd, di nav de ne.   MA / Erdogan Altan