Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin 2019-01-22 12:12:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijêr û siyasetmedarên kurd ên li welatên Ewropa li sirgûnê li pêş avahiya Konseya Ewropa ya Strasbourê ji bo 4 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Siyasetmedar û hilbijêrên kurd ên ku ji parlamenter û hevşaredarên HDP'ê yên li welatên Ewropa li sirgûnê ne pêk tên, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi daxwaza rakirina tecrîdê li Strasbourgê dest bi çalakiyê kirin. Siyasetmedarên kurd beriya çalakiyê daxuyaniya bi dirûşmeya "Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin" daxuyanî dan. Siyasetmedar piştî daxuyaniyê çûn qada ku 15 berxwedêrên kurd ku 37 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û dest bi çalakiya 4 rojian kirin. Li ser navê çalkageran Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk daxuyanî dan. Leyla Îmret bang li saziyên ewropa, CPT û rêxistinên navneteweyî kir û xwest li dijî tecrîdkirina Ocalan û çalakiya Leyla Guven bêdeng nemînin û xwest bi lez daxqazên Guven pêk bînin. Komê piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re Azadî",  "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Jin jiyan Azadî" berz kirin. Siyasetmedar piştî daxuyaniyê çûn qada çalakiyê û dest bi grevê kirin.    Wekîl û hevşaredarên ku mohra xwe avêtine binê bangawaziya li Konseya Ewropayê: Parlamenter: Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk. Hevşaredar: Bûrhan Kocaman (Hevşaredarê Depê), Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser. Rêveberên partiyê: Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk.