Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin 2019-01-22 09:26:24 STENBOL - Hat diyarkirin ku Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê, ji ber li nexweşxaneyê muayeneya bi kelmçe qebûl nekiriye hatiye derbkirin.  Hat diyarkirin ku Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê li nexweşxaneyê hatiye derbkirin. Dayik Sîmanperî Akyildiz, diyar kir ku keça wê ji ber êşa diran rakirine nexweşxaneyê lê belê ji ber keça wê li nexweşxaneyê muayeneya bi kelmeçe qebûl nekiriye hatiye derbkirin.    Akyildiz, diyar kir ku keça wê bi telefonê hefteyekê li wê hefteyekê jî li hevala xwe digere û got: "Hefteya borî li hevala xwe geriyaye û gotiye wê birine nexweşxaneyê. Keça min muayeneya bi kelmçe nexwestiye. Li ser vê 3 personelên girtîgehê êrîşî wê kirine û ew derb kirine."    WÊ DERB KIRIN    Akyildiz, bilêv kir ku hefteya borî ew ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê û got: "Milên Leylayê reş bibûn. Me jê pirsî ka ji ber çi wisa bûne. Ji me re got 3 personelên girtîgehê ew derb kirine." Akyildiz, diyar kir ku revîra girtîgehê ji bo reşahiya li canê keça wê rapir daye û parêzeran jî dîmenê vê yekê girtiye û dane dozgeriyê.    Dayik Akyildiz got: "Dewlet çi qasî êrîşî me dike bila bike, em natirsin. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Ma ji ber li keça min dane qey em ê dev ji têkoşîna xwe berdin? Em dev jê bernadin."    GILÎ KIRIN    Parêzer Mehmet Erbîl jî, bilêv kir ku wî dîmen dane dozgeriyê. Erbîl, diyar kir ku revîra girtîgehê der barê reşahiya canê muwekîla wî de rapor daye lê belê wan ji girtîgehê jî rapor xwastiye lê nedane wan.    Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê belê her çend em di dema mesaiyê de geriyan jî lê belê gotin kesên rayedar ne li girtîgehê ne.