Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin 2019-01-22 09:25:29 RIHA - Li Kampa Penaberan a Telhamûtê li penaberên jin ên sûriyeyî fuhûş hatibû ferzkirin. Lê bel di lêpirsîna îdarî de darazê dest neda kesên navê wan derbasbûyî tenê meleyê kampê, 2 leşker û rêveberekî kampê ji peywirê hatin dûrxistin.  Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, di 10'ê Tebaxa 2018'an de derketibû holê ku li Kampa Penaberan a Telhamûtê li jinên penaber ên sûriyeyî fuhûş tê ferzkirin. Piştî nûçeya ajansa me Serdozgeriya Komarê ya Serêkaniyê lêpirsîna edlî dabû destpêkirin. Lê belê di çarçoveya lêpirsîna îdaryî ya Walîtiya Rihayê de leşker û mele jî di nav de 4 kes ji peywirê hatin dûrxistin.    Piştî nûçeyê 9 roj şûnde Walîtiya Rihayê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dîmenên derketibûn holê de xebatkarê kampê H.D. fuhûş li jinên li kampê ferz kiribû û paşê hatibû gotin ku H.D. ji kar hatiye avêtin. Lê belê hat hînbûn ku H.D. li Wêranşarê li saziyekê hatiye bicihkirin. Her wiha hat diyarkirin ku tenê îfadeya xebatkarê Şaredariya Serêkaniyê M.B. û parêzkarê taybet ê şaredarê Serêkaniyê yê berê Mehmet Saît Atîlla ku qeyda dengên wan hebû hatiye girtin û hîn jî li ser karê xwe ne.    Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de tenê mele M.E.E., leşker H.B., rêveberê kampê O.Ş. û mamsoteyekî navê wî nehat hînbûn ên li kampê peywirda ji peywirê hatine dûrxistin.    Her wiha biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê jî didome.    MA / Arjîn Dîlek Oncel