Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir 2019-01-22 09:23:53 AMED - Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya TTB'ê Cegerxwîn Polat, diyar kir ku di grevên birçîbûnê de rojên 60'î rojên pir xetere ne. Polat, destnîşan kir ku ji bo heyeteke serbixwe ya bijîşkan rewşa tenduristiya Leyla Guvenê tespît bike serî li dozgeriya girtîgehê dane, lê belê serlêdana wan ji aliyê Wezareta Dadê ve nehatiye qebûlkirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji b tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 76'an de û ya girtiyên li gelek girtîgehan jî di roja 38'an de didome. Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Cegerxwîn Polat bal kişand ser tenduristiya kesên dikevin greva birçîbûnê.    ‘NAYÊ WATEYA KU NE KRÎTÎK E'    Polat, destnîşan kir ku di rojên 60'î yên grevên birçîbûnê de dibe ku mirin çêbibin, lê belê li Tirkiyeyê piştî salên 2000'î çalakgerên greva birçîbûnê vîtmîna B1 girtin û ev yek rîska mirinê kêm kir. Lê belê Polat diyar kir ku dayîna vîtamîna B1 nayê wateya asta niha ne asteke krîtîk e. Polat, bilêv kir ku di grevên birçîbûnê de rojên 60'î rojên pir girîng in.    Polat, bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê di roja 76'an de ye û li gelek girtîgehan jî gelek girtî di grevê de ne. Polat, bilêv kir ku semptomên çalakgerên di greva birçîbûnê de gihaştine ber destê wan û got: "Agahiyên der barê Leyla Guven de digihên ber destê me ew in ku wesatndin, dilxelandin, verişandin, negirtina tiştên avî ne."     'KÊMBÛNA TANSIYONÊ BANDORÊ LI DIL DIKE'    Polat, bal kişand ser bandora grevên birçîbûnê ya li dil dike û got: "Wexta kes baş xwarinê nexwe tansiyon zêde kêm dibe. Bi vê re eger pirsgirêkeke din hebe ev yek bêtir tesîrê li tansiyonê dike. Bi ser de eger pirsgirêka dil hebe, ev yek bi temamî zorê dide dil. Ev yek dibe sedema tiştn din jî; bi taybetî tesîrê li made û rûviyan dike. Eger hûn tiştên hişk nexwin, ev tê wateya tiştên ku rûviyan bide xebitandin nehatine xwarin. Ev yek jî tê wateya ku piştî demekê pergala rûviyan xirab bibe û rê li ber texrîbatên mezin vebike. Her wiha wexta laşê mirov têra xwe xwarinê nexwe enerjiya metabolîzmayê jî diguhere. Her wiha ji ber nexwarina û negirtina vîtamîn û zexîreyên din jî pirsgirêka dîtinê, sergêjî, pirsgirêka hiş û mêjî jî peyda dibe."     'GREV BIQEDE JÎ TALÛKE DERBAS NABE'    Polat, destnîşan kir ku ger greva birçîbûnê bi dawî bibe jî talûke ji holê ranabe û got: "Kesên dikevin greva birçîbûnê pêşî divê li nexweşxaneyê bên razandin. Divê mudaxileya ewil di bin kontrola komeke pispor de bê kirin. Çimkî asta ewil pir girîng e. Em vê yekê ji grevên salên 2000'î dizanin. Wê çaxê me wek TTB me hevdîtin bi hemû odeyên bijîşkan re çêkir."    BERSIVA WEZARETA DADÊ    Polat, bilêv kir ku wan ji bo tenduristiya Leyla Guvenê hevdîtin bi dozgerê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê re çêkiriye û got: "Me xwest ji bo Leyla Guven heyeteke serbixwe ya bijîşkan bê avakirin û rewşa wê ya tenduristiyê tespît bike. Lê belê Wezareta Dadê daxwaza me qebûl nekir. Wekî hincet jî diyar kirin ku ev yek ne pêkan e û çi mudaxile bivê ew ê bikin."    Polat got: "Mixabin em ji berê de helwesta dewletê dizanin. Lê belê em TTB mecbûr in ku serlêdanên li me tên kirin bigihînin encamekê."    MA / Esra Solin Dal