Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin 2019-01-22 09:19:28 AMED - Dadgeha Îdare ya Amedê, der barê kuştina Helîn Hasret Şen ku li Sûra Amedê di qedexeya derketina derve de hat kuştin, ji bo Wezareta Karê Navxweyî diyar kir "qisûrdar" e û xwest 314 hezar lîre pere bide malbata Şen.  Di 12'ê Cotmeha 2015'an de li Sûra Amedê di dema qedexeya derketina derve de polîsan Helîn Hasret Şen a 12 salî kuştibû. Malbata Şen doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kir. Doza hat vekirin bi dawî bû û Dadgeha Îdare ya Amedê Wezareta Karê Navxweyî wekî "qisûrdar" nîşan da. Lê belê Wezareta Karê Navxweyî daxwaza ji bo tazmînatê qebûl nekir û dosyeyê ji Walîtiya Amedê re şand.    Wezareta Karê Navxweyî di parêziya xwe de diyar kir ku ji ber daxwaza ji bo tazmînatê di dema xwe de nehatiye kirin, xwest biryara hatiye dayîn bê redkirin. Wezaretê, bilêv kir ku hîn der barê bûyerê de biryara nepen heye û sedema mirina Şen û berpirsiyarê vê yekê nehatine diyarkirin û lêpirsîn bi dawî nebûye û di bûyerê de personelê dewletê di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" peywira xwe bi cih aniye û xwest doz bê redkirin.    Lê belê dadgehê jî diyar kir ku di lêpirsîna dîsîplînê de dîmenên kameraya wesayîtê, raporên cihê bûyerê û begleyên din bi hev re hatine nirxandin û saeta ku bûyer pêk hatiye çek ji wesayîta Kobra 11'an hatiye berdan û saeta ku Şen hat kuştin wê wextê li tu kuçeyan bûyer neqewimîne.   Her wiha dadgehê ji sedî 15 qisûr li malbatê jî bar kir. Dadgehê di biryara xwe di diyar kir ku di dema qedexeya derketina derve de dê û bav berpirsiyariya ji bo zaroka xwe bi cih nenaîne û ji sedî 85'ê qisûrê jî li îdareyê bar kir û xwest îdare tazmînatê bide malbatê.   Lê belê dadgehê jî destnîşan kir ku di lêpirsîna dîsîplînê de dîmenên kameraya wesayîtê, raprên der barê cihên bûyerê û belgeyên din bi hev re hatine nirxandin û saeta ku bûyer pêk hatiye çek ji wesayîta Kobra 11'an hatiye berdan û saeta ku Şen hat kuştin li tu kuçeyê bûyer neqewimîne.